Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamenterê Mêrdînê Ahmet Turk destnîşan kir ku ew tevlî fikira ku dibêjin Erdogan dê pirsgirêka Kurd çareser bike nabe û wiha got: “Erdogan ji çareseriyê wêdetir, her diçe dikeve rewşeke bi xof û kurdan qebûl nake.”
Ahmet Turk ji rojnameya Akşamê re axivî û wih agot: “Berpirsyariya çarseriya pirsgirêka Kurd di serî ya hikûmet û dewletê ye. Bê guman peywira herî mezin jî ya Erdogan e.”
Turk di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Ev du sale di axaftinên wî de li hemberî Kurdan tenê heqaret heye. Ev şêwaza wî jî baweriyê nade mirovan. Li dijî BDP’ya ku hewl dide pirsgirêkê çareser bike, di nava nêzîkatiyeke dijiminatiyê de ye. Li hemberî siyasetmedarên kurd bi kîndar û hêrs e. Ev jî niyeteke baş nîşan nade. Ev pirsgirêk encex bi dîalog û axaftinê çareser dibe.”
Turk bal kişand ser axaftinên Parlementera Amedê Leyla Zana ya di rojnameya Huriyetê de derket û wiha got: “Leyla Zana hin rastî anîne ziman. Lê ez tevlî nêrîna wê ya ku dibêje ‘Erdogan xwedî niyeta çareseriyê ye’, nabim. Nêzîkatiya wê ya ku tu dibêjî qey Erdogan dê çareser bike, ne rast e. Erdogan bi gotinên xwe, zimanekî qebûlkirî bi kar nayne. Berovajî vê Erdogan heqaretên li hemberî Kurdan zêdetir kiriye. Bi isluba xwe hatiye bi tirs û xor afirandiye.”
Turk, li ser pirsa ku “Zana çima ev axaftin kikriye?” jî wiha got: “Ez niyeta wê nizanim. Nekarim li ser navê wê biaxivim. Ji wê bipirsin ka niyeta wê çî ye.”
Turk hewldanên CHP’ê yên ji bo pirsgirêka kurd jî nirxand û wiha got: “Diyaloga di navbera partiyan de girîng e. Em ji serî de vê dibêjin. Heta ku diyalog tune çareserî tune. Bila desthilatî û muxalefet bên gel hev. Lê weke ku em li dijî diyalogê ne, nîşan didin. Dema ku em dibêji diyalog bila kurd neyên redkirin. Heta ku kurd tune bên hesibandin, lêgerîna çareseriyê ne ji dil e. Dê encamê jî negire.”