Ahmet Turk: Em dixwazin biçin Îmraliyê

Ahmet Turk: Em dixwazin biçin Îmraliyê

Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementerê Serbixwe yê Mêrdînê Ahmet Turk diyar kir ku êdi hikûmeta AKP’ê jî dîtiye, tecrida li ser Ocalan tê meşandin, ji bo wê bi xwe jî nabe çareserî û dê neçar bimîne ku êdî pêngavan biavêje. Turk destnîşan kir ku AKP ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd ne ji dil e û tu projeyeke wê tune ye. Turk diyar kir ku heta tecrîd berdewam bike çareserî û diyalog jî pêk nayê û got ku ew dixwazin heyetekê ava bikin û biçin Îmraliyê. Turk ragihand ku ew ê di mîtînga xwe ya 14’ê Tîrmehê de nexşerêya xwe ya ji bo vê yekê diyar bikin.

'AKP’Ê GOT QEY EZ Ê BIPERÇIQÎNIM, LÊ XAPIYA'

Ahmet Turk tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji ANF’ê re nirxand û got; “AKP ji destpêkê ve, ev salek e, helwesteke ne hiqûqî nîşan dide. AKP’ê got qey ew ê bikare bi tecrîdê Kurdan biçewisîne û bê hêvî bike. Hema bêje li şûna politikaya pêşîlêvekirinê polîkaya çewisandinê xist meriyetê.”

Turk destnîşan kir ku li hemberî van nêzîkatiyan, di vê pêvajoya salekê de tu şkestinek çênebû û wiha domand; “Hikûmeta AKP’ê di pirsgirêka Kurd de ne ji dil e. Ji ber ku ne ji dil e, tu projeyên wê ji tune ne. Ji ber vê ji deyndar dimîne."

Turk diyar kir ku di warê çareseriyê de, di nava civakê de “nermbûnek” çêbûye û êdî mirov dikare gelek tiştan gotêbûj bike. Turk got; “Berê dema behsa “hepsa malê” dihat kirin, qiyamet radibû. Dema behsa Xweseriya Demokratik dihat kirin qiyamet radibû. Lê êdî mirovan vana anîne rojeva xwe û gotûbêj dikin. "

'HETA TECRÎD BIDOME, DIYALOG Û ÇARESERÎ JÎ PÊK NAYÊ'

Turk ragihand ku divê hikûmeta AKP’ê mafê û hiqûqa gelê Kurd qebûl bike, encex çareserî wiha mimkun e. Turk wiha domand; “Berevajiyê vê, hûn makeqanûnên jî gotûbêj bikin, pêşîlêvekirinê jî bînin rojevê, û hûn gelê Kurd û hiqûqa wê qebûl nekin, evane nabin çareseri. Divê hûn beriya her tiştê nêrina xwe û têgihitina xwe biguherînin.”

Turk, tecrîda li ser Ocalan ji aliyê AKP’ê ve tê pêkanîn, weke “bêçareserî” bi nav kir û got; “ Di rastî de vê yekê dibine jî. Dizane ku ji tecrîdê çareserî dernakeve, nikare Kurdan biçewisîne. Kurdan vê yekê nîşan da. Ji berk u cesareta wan tune ye pêvajoyê bi vi awayi didomînin. Lê bila vê baş bizanin; heta tecrîd bidome, diyalog û çareserî ji pêk nayê. "

DIVÊ PARLEMENTO HEYETEK AVA BIKE

Hevserokê KCD’ê Ahmet Turk diyar kir ku ew dixwazin biçin Îmraliyê û got ku ew amade ne ku ji bo vê yekê heyetê ava bikin. Turk got; “Daxwaza me ev : Divê komek ji parlementoyê bişinîn wê derê. Em dixwazin mîna komîsyonekê biçin Îmraliyê û bi Birêz Ocalan re hevdîtin pêk bînin. Ji bo çareserkirina pirsgirêkên civakî divê parlemento heyetek ava bike û bişîne Îmraliyê. Ger dixwazin aloziyê rawestînin, divê beriya her tiştê şert û mercên kesê ku neteweyek jêre dibêje ‘rêberê min’ bên başkirin."

EM Ê DI 14’Ê TÎRMEHÊ DE NEXŞERÊYA XWE DIYAR BIKIN'

Turk destnîşan kir ku wana hevdîtin bi gelek endamên parlementoyê yên ji partiyên cûda re pêk anîne, lê hemû jî ji meseleya tecrîda li ser Ocalan direvin. Turk bang li parlementeran kir ku ji bo vê yekê bikevin dewrê.

Turk bal kişand ser mîtînga mezin a ku dê ji bo azadiya Ocalan ji Amedê bê lidarxistin û banga beşdarbûna mîtinê li gelê Kurd kir ku beşdari mîtînê bibin. Turk ragihand ku ew ê di mîtînga xwe ya 14’ê Tîrmehê de nexşerêya xwe ya ji bo vê yekê diyar bikin