Ahmet Turk: Azadiya me nêzîk e

Ahmet Turk: Azadiya me nêzîk e

Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk, di mîtînga Qoserê ya bi navê "Em meşa we ya Azadiyê silav dikin" pêk hat de polîtîkayên hikûmeta AKP'ê rexne kir û wiha got: "Siyaseta AKP'ê li ser derewan hatiye avakirin. Li dijî kurdan zilmê dimeşînin. Ew ji xwe re oldar û ji kurdan re zalim in. Divê êdî hemû gelê kurd rûyê wan ê rast bibînin." Ahmet Turk diyar kir ku Kurd nêzî azadiyê bûne.

Li navçeya Qoserêya Mêrdînê bi tevlêbûna hezaran kesan mîtînga "Em meşa we ya Azadiyê silav dikin" hate lidarxistin. Beriya meşên ku ji taxên Îpek, Cumhuriyet û Qada Azadiyê ber bi Qada Newrozê ya Mîtîngê ve biherike, li qadên ku meş dest pê bike polîsan maşîneyên zirxî bi cih kirin.

Li Qada Newrozê jî polîsan 7 TOMA bi cih kirin. Pişti saetên mîtîngê nêzîk bûn, girseyên ku li taxên Îpek û Cumhuriyetê û Qada Azadiyê kom bûn, Bi hezaran kesên herikîn Qada Newrozê bi reng û dengê xwe qada mîtîngê zindî kirin. Di mîtîngê de Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk, diyar kir ku ev roj ji bo gelê kurd pir girîng û watedar e û wiha got: "Gelê kurd li gelek qadan ji bo azadiya xwe û mafê xwe rabû ser piyan. Turk, anî ziman ku gelê Qamişlo, Kobanî bi têkoşinê gihiştin mafê xwe û têkoşîna wan silav dikin.

'SIYASETA AKP'Ê DEREW E'

Turk, anî ziman ku gelê kurd dest bi dîrokek nû dikin û wiha got: "Gelê kurd li girtîgehê û li derve bi mirinê re şer kir. Wezîrê Karên Hundir Îdrîs Naîm Şahîn, mitîng li gelê kurd qedexe kirin. Lê we qedexe binpê kirin û hûn hatin vir. Em dê bi vê biryar û têkoşînê biçin Azadiyê. Azadiya Kurdan Xweseriya Demokratîk e. Em dixwazin li 4 perçeyên Kurdistanê Xweseriya Demokratîk ava bikin. Barê li ser milê gelê kurd giran e. Bi salan e ji bo azadiyê bedelên giran dan. Divê em polîtîkayên AKP'ê baş bixwînin. Siyaseta derewan dimeşîne. Li gelek bajaran avahiyên BDP'ê şewitandin. Ev zulm e. Em dixwazin gelê me vê zulma AKP'ê û siyaseta wê ya derewîn bibîne. Em dixwazin gelê kurd rastiya wê bibîne.

'AZADÎYA ME NÊZÎK E'

Turk, anî ziman ku gelê kurd dê bi têkoşîn û berxwedana xwe azadiya xwe bi dest bixe û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em dizanin azadiya gelê kurd nêzîk e. Ji meşa me ya azadiyê ditirsin. Lê em dê vê lîstika wan a qirêj xera bikin. Ev sedsal dê bibe sedsala kurdan a azadiyê. "

Piştî axaftina Turk Serhado derket ser dikê û girse coşand. Girsê piştî mîtîngê ber bi qada Azadiyê ve meş pêk anî û belav bû.