Li Fatîha Stenbolê polîsên ku ji bo mirinê li Ahmet Koca yê bidestûr ji leşkertiyê hatî xistibûn û erkê wan hatibû cemidandin xweparastin. Polîsan di girtekên şeva bûyer çêbûyî girtîn de îdîakirin ku, Koca kulm li wan daye û li wan xistiye.
Polîsan diyarkir ku, ji wesayîtê gûman kirine û banga “Raweste” kirine. Polîsan îfadeyên ku mejiyê mirovan dirawestînin da û wiha gotin: “Ajovan Ahmet Koca got; ‘Ez tegmenim ji wesayîtê nayêm xwar, ez nasnameyê nîşanî we nadim’. Me nasnameya wî ya Efseriyê xwest. Di vê navberê de telefona berîkê derxist û ji kesê lêgeriya re got; ‘Polîs artîstiyê dikin, aha niha werin vir, ez devê wan……, bilez werin’. Telefon girt me xwest belgeyan nîşanî me bide. Guhdarî me nekir. Bi Kurdî axivî û kulm li me da. Çend kulmên ku danîne me hinek ji wana ji polîsên erkdar ketin.”
Polîsên ku aşkera kirin, me bi bêtêlê teqwiye xwest, me ‘zor bikaranî’ û Koca bêbandor kir û derewên xwe wiha berdewam kirin: “Me xist wesayîta xwe de. Dujîn ji dayîk û xwişkên me hemûyan re gotin. Koca gefên, ‘Min rûyê we hemûyan di mejiyê xwe de girt, yan min li vir bikujin yan jî ez dê we yek bi yek bidim dîtin û kuştin’ li me kirin.”
Polîsên ku gotin, me xwest Koca bibin Navenda Polîsan, berdewama wê wiha ravekirin: “Lê belê hevalên me yên navendê geriyan gotin, dibe niha xizmên Koca qasî 40-50 kes li ber qereqolê kombûne, li ser vê em ber bi Navenda Polîsan ya Şehremînî ve çûn. Koca di wesayîtê de serê xwe li hêsinan da û zirar da xwe. Dema ku got ez hinek nebaşbûm, me wesayît sekinan û me destûr da hewayekê bistîne, lê belê hewil da bireve. Di vê navberê de palek li polîsekê da, polîs ket û ji dest û lingên xwe birîndar bû. Me carek din zor bikaranî û me bê bandor kir.”
Li Tirkiyeyê polîs ji bêcezatiyê sûdê werdigirin. Her sal bi hezaran kes rastî êrîşa polîsan tên. Ji sala 2011’an û vir ve herî kêm 4 kes ji ber bikaranîna bombeyên gazê yên polîsan jiyana xwe ji dest dan. Tundiya polîsan ya li qereqol, kolan, girtîgehan tên jiyan kirin û dîmenên wan jî derdikevin, lê piraniya xwe mexdûr mehkumyetê dixwin. Polîs jî bi lêpirsînek xapînok tên fihêl kirin.