AGÎF: Polîsan li hevserokê me komplo kirine
Federasyona Karkerên Penaber ên Elmanyayê (AGÎF) daxuyaniyek nivîskî da û diyar kir ku li hevserokê wan komploya polîsan hatiye kirin.

AGÎF’ê di daxuyaniya xwe de wiha got: “Hevserokê Federasyona me G.T di 13’ê Gulanê de di saeta mesayiyê de li cihê kar rastî komploya polîsan hatiye. Agahiyên hevkarekî ku li cihê kar dixebite û ewraqek wek hincet hatiye nîşandan û mala hevserokê me hatiye lêgerînkirin û eşyayên wî ji aliyê polîsan ve hatiye wêrankirin, eşyayên wî yên şexsî hatine desteserkirin. Hevserokê me 3 saetan li mala xwe hatiye lêpirsînkirin û rastî şîdeta psîkolojîk hatiye.”
HAT TEHDÎDKIRIN
Di berdewamiya daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku polîs têkildarî ewraqa wek hincet hatiye nîşandan ti tişt nepirsiye û kargeriya wê nehatiye lêgerînkirin û wiha hat gotin: “Berevajî vê gotine ‘endamê kîjan rêxistinê ye’. Gotine, beşdarî kîjan çalakiyan bûye. Polîsan gotiye ti xebatên polîtîk dimeşînî û xwedî nêrîna sosyalîst î. Polîs hevserokê me ji ber nasnameya wî ya siyasî lêpirsîn kiriye.
Polîsan kompîtur, hard-dîsk, usb-stîck û telefona wî û wêneyên hinek weşanan kişandiye û gotiye wê lêpirsîn bidome û tehdîd kiriye.”
POLÎTÎKAYA WAN ME BÊZAR NAKE
Di dawiya daxuyaniyê de AGÎF bal kişand ser polîtîkayên çewisandinê yên polîsên Elman û got ku ev wê pêşî li têkoşîna wan negire û terora polîsan wê wan bêzar nake.