Agahî ji Girtîgeha Rihayê nayê wergirtin

Agahî ji Girtîgeha Rihayê nayê wergirtin

12 roj bi ser Komkujiya Girtîgeha Rihayê ya ku 13 girtiyan têde jiyana xwe ji dest dan re derbas bûn, lê heta niha ji bo başkirina şert û mercên girtîgehê tu pêngavek nehatiye avêtin.

Serokê Şaxê Rihayê yê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Cemal Babaoglû ji ANF re axivî û aşkere kir ku şertên girtîgehê yên di dema komkujiyê de berdewam in û diyar kir ku hevdîtina bi girtiyan re tê astengkirin. Seroka Giştî ya Federasyona Komeleyên Hiqûq û Piştevaniya Malbatên Girtî (TUHAD-FED) Zubeyde Teker jî diyar kir ku li girtîgehê tenê neqilkirina girtiyan pêk hatiye, ev yek jî rûmeta mirovan bin pê dike û bê ku agahî bidin girtiyan ev yek pêk tên.

'YÊN RÊVEBERIYA GIRTÎGEHÊ Û WEZÎRAN GORITN DEREW DERKET'

Serokê Şaxê Rihayê yê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Cemal Babaoglû got; “Rêveberiya girtîgehê pêşî îdîa kir ku şewat di encama pevçûnda di navbera girtiyan de derketiye, lê piştre ev derew derket. Piştre gotin ku ji ber ku li pişt derî bend danîbûn dereng hate vekirin, lê piştî ku hat zanîn ku derî ji aliyê derve ve vedibe, ev yek jî bû derew. Yanî heta niha hemû tiştên ku rêveberên girtîgehê û wezîrên AKP’yî gotine hemû derew derketin."

'NAHÊLIN EM AGAHÎ WERBIGIRIN Û HEVDÎTIN BI GIRTIYAN RE PÊK BÎNIN'

Babaoglû destnîşan kir ku ew nikarin agahiyên piştrast der barê rewşa tenduristiya girtiyên di Girtîgeha Rihayê de werbigirin. Babaoglû ragihand ku hevdîtina malbatan a bi girtiyan re jî hatiye astengkirin û got; “Malbat jî nizanin li girtîgehan çi diqewime.”

Babaoglû destnîşan kir ku wana der barê dereng mudaxelekirina şewatê de jî agahiyên fermî xwestine û diyar kir ku heta niha tu agahî nedane. Babaoglû got; “Ev yek jî nîşan dide ku sedema van hemû nakokî û bûyeran dewlet û rêberiya girtîgehê ye (…). Her çendî demjimêr di 22.30 de bi girtîgehê ket, lê yekîneyên agirvemirandinê demjimêr di 23.30 de hatin. Divê aşkere bikin ka çima saetek dereng mane. Me di vê mijarê de daxwaza agahiyeke fermî kiriye, lê heta niha agahî nedane me.”

Babaoglû destnîşan kir ku heta niha dewletê piştî komkujiyê tu pêngaveke erêmî neavêtiye û got; “Divê bi awayeke xwerexnekerî nêzîkê bûyerê bibin, lê heta niha helwesta tawanbarkirina girtiyan berdewam dike û nahêlin raya giştî rastiyan hîn bibin.” Babaoglû diyar kir ku malbatên kesên di girtîgehê de jiyana xwe ji dest dane amadekariya vekirina dozê dikin.

TEKER: DI DEMA NEQILKIRINÊ DE TÊNE DERBKIRIN

Seroka Giştî ya Federasyona Komeleyên Hiqûq û Piştevaniya Malbatên Girtî (TUHAD-FED) Zubeyde Teker jî bal kişand piştî komkujiyê tenê tiştek kirine ew jî neqilkirina girtiyan e. Teker got; “Mixabin vê neqilkirinê jî bi awayeke guncaw nekirine” û diyar kir ku bê daxwaza girtiyan, girtî nîva şevê bi pîjamanan ve ji girtîgehê têne derxistin û neqilkirin.

Teker destnîşan kir ku girtî di dema neqilkirinê de li rastî tundiyê tên û wiha axivî; “Di dema neqilkirinê de li dijî girtiyên edlî jî û polîtîk jî tundî hat pêkanîn. Der barê vê yekê de rapor hene. Heta me ev agahî jî wergirt; Rêveberê girtîgeha li Sîncanê, piştî ku dîtiye li girtiyan xistine, gotiye “heta hûn raporên tenduristiyê neynin, ez wan girtiyan nagirim hindur.”

Zubeyde Teker îdîayên rayedarên Tirk ên der barê mijarê de derewand û got ku neqilkirina girtiyan bi tu awayî nabe çareserî. Teker got; “Ez demek dirêj li Rihayê xebitîm. Girtîgeha Rihayê ji bo 260 kesan bû. Piştre bû girtîgeha sergirtî, ji bo 400 kesan amade kirin. Di sala 2008 de gihiştibû 800 kesan û piştre jî 1000’ê derbas kir. Gelo niha bi neqilkirina 300 girtiyan ev yek çareser dibe? Ew girtîgeh ji xwe tenê ji bo 400 kesan e.”