AFP: Tirkiye li salên 1990’î vedigere

AFP: Tirkiye li salên 1990’î vedigere

Ajansan nûçeyan a Fransayê AFP’ê da zanîn ku şerê di navber artêşa tirk û PKK’ê de gihiştiye asta herî dijwar û got: “Dem vediguhere demên tarî yên salên 1990’î.” AFP’ê da zanîn k udi daxuyaniya Erdogan ya ku di mehekê de 500 PKK’yî hatine kuştin de jî ‘guman’ heye.

Di nûçeya AFP’ê de wiha tê gotin: “Şerê di navbera Tirkiye û kurdan de her diçe ji perspektîfga aştiyê ya bi muzakereyê dûr dikeve û hatiye asta herî dijwar.”

Di nûçeyê de tê destnîşankirin ku bi hefteyane pevçûn didomin û he roj bi dehan kes dimirin û diyar kir ku herî dawî roja sêşemê li Dêrsîmê teqînek pêk hatiye û hefteyên dawî de gelek êrîşên bi vî rengî pêk hatine.

DAXUYANIYA ERDOGAN BI GUMAN E

AFP’ê wiha got: “Erdogan di daxuyaniyek xwe dedibêje ku artêşa tirk di mehekê de 500 PKK’yîi kuştine. Ev nayê piştrastkirin, heta bi guman e. Lê ev bîlanço û retorîka şer dide xuyakirin ku welat ber bi salên 1990’an ve diçe.”

AFP’ê da zanîn ku Enqere Beşar El Esas ji van bûyerên şîdetê berpirs dibîne û wiha got: “Têkiliyên Tirkiyeyê yên bi Îran, Iraq û Suriyeyê re xera bûne. Ji Koma International Crisis Group (Koma Krîzê ya Navnetewî) Hugh Pope got: “PKK’ê ev derdora nû wekî derfetekê fêm kir.

KIŞANAK: GER SURIYE TUNEBA JÎ EM DÊ LI NÛQTEYÊ BÛNA

AFP destnîşan kir ku ev şîrove vê meseleyê hemûyî îfade nake û gotinên Hevseroka BDP’ê Gulten Kişanak yên wekî ‘ Ger Suriye tuneba jî em dê li vê nokteyê ba na’ bi bîr xist. AFP’ê got ku Kişanakê diyar kiribû; ger muzakereyên PKK’ê û hukûmetê bi ser nekeve şer dê dijwartir bibe’

AFP’ê da zanîn ku di navbera 2009 û 2011’an de dinavbera PKK û hikûmetê de hevdîtin hebûn lê niha hemû serûbin bûne.

ŞER QADA EDLÎ JÎ XIST BIN DESTÊ XWE

Ajansê got ‘dema dijwarbûnê ye’ û daxuyaniya Erdogan ya der barê ‘li hemberî terorîzmê têkoşîn dê bê teredut bidome’ û ‘çek neyê danîn dê operasyon bidomin’ bi bîr xist. Ajansê got MHP ji bo hişkbûnê cesaretê dide hikûmetê û diyar kir ku Kemal Kiliçdaroglu jî nîqaşên bi PKK’ê re red dike. AFP’ê da zanîn ku şer qada edlî jî xistiye bin destê xwe.

HRW: BILA BINÇAVKIRINÊN KOMÎ BI DAWÎ BE

AFP’ê da zanîn ku ev polîtîka parêzvanên mafê mirovan dixe nava fikaran û cih da îfadeyên Emma Webb Sînchlaîr yê Rêxistina Şopandina Mafê Mirovan ên wekî ‘Divê hikûmet dawî li binçavkirinên komî bîne.’ Sinclair got, “ Ger ku ev pêk neyê de dê şîdet dijwartirk be.”

KOMA KRÎZÊ: HIKÛMETÊ RÊBAZA LEŞKERÎ TERCÎH KIR

Hugh Pope, wiha got: “Hikûmetê her tim rêbaza leşkerî ku her tim bin dikeve tercîh kir. Divê reformên ku zimanê kurdan bê parastin bên pêkanîn.”

Kişanak jî da zanîn ku ew dixwazin ambargoya li er mafê kurdan rabe.