ADHK, Partiya Şoreşger û AvEG-Konê ji bo 3'ê Adarê bang kirin
ADHK, Partiya Şoreşger û AvEG-Kon'ê ji bo meş û mîtînga 3'ê Adarê ya li paytexta Elmanya Berlînê banga tevlîbûnê kirin.
ADHK, Partiya Şoreşger û AvEG-Kon'ê ji bo meş û mîtînga 3'ê Adarê ya li paytexta Elmanya Berlînê banga tevlîbûnê kirin.
Konfederasyona Mafên Demokratîk li Ewropayê (ADHK), Partiya Şoreşger-Ewropa û Konfederasyona Koçberên Bindest li Ewropayê daxuyaniyên nivîskî weşandin û ji bo çalakiya 3'ê Adarê ya li Berlînê banga tevlîbûnê kirin.
ADHK'ê diyar kir ku dewleta Tirk bi binpekirina hemû nirxên mirovahiyê, li dijî gelê Efrînê sûcê şer û sûcê li dijî mirovahiyê dike.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku ji bo li ber komkujiya li Efrînê tê kirin rabin û piştgiriyê bidin berxwedana gelê Efrînê ya 41 roj in didome, bang li hemû federasyon, endam û alîgirên xwe dike ku 3'ê Adarê dakevin qadan.
Partiya Şoreşger jî da xuyakirin ku artêşa Tirk û çeteyên paşverû ji bo karibin berxwedana azadîparêz a Kurdan a li Efrînê bişikînin, jin, zarok; sivîlan bi rengekî komî dikujin.
Di daxuyaniyê de hate gotin, "3'ê Adarê wê li gelek welatên Ewropayê kedkar, mirovên pêşverû, demokrat û şoreşger li dijî mêtingeriya Tirk, li dijî çeteyên paşverû, emperyalîzm û siyonîzmê, ji bo piştgiriyê bidin Efrînê dadikevin qadan. Kedkar, demokrat û şoreşgerên li Elmanyayê jî wê 3'ê Adarê li Berlînê bin."
AvEG-Konê jî da xuyakirin ku şerê qirêj ê dewleta Tirk li Efrînê dike, şerê dîktatoriya Qesra Erdogan e ku li dijî gelan ragihandiye û ji bo çalakiya 3'ê Adarê ev bang kir:
"Ji bo li Efrînê, jin, zarok, sivîl neyên kuştin û dîrok neyê tinekirin, ji bo xwedî li mîrateya çandî bê derketin, em bi hemû hêza xwe tevlî meş, mîtîng û çalakiyên 3'ê Adarê yên li Ewropayê bibin."