ADGB'ê ji bo meşa li Berlînê bang kir
ADGB'ê diyar kir ku ligel ku serdana Serokkomarê Tirk Recep Tayyip Erdogan betal bûye jî ew ê meşa li Berlînê bikin. ADGB’ê ji bo meşê bang kir.
ADGB'ê diyar kir ku ligel ku serdana Serokkomarê Tirk Recep Tayyip Erdogan betal bûye jî ew ê meşa li Berlînê bikin. ADGB’ê ji bo meşê bang kir.
Di daxuyaniya nivîskî ya Yekîtiya Hêza Demokratîk a Ewropayê (ADGB) de hat gotin, "Meş û xwepêşandana ku tê plankirin di 27'ê Çile de li Berlînê were lidarxistin, ligel ku serdana Erdogan hate betalkirin jî wê meş were kirin. Erê serdana Erdogan hate betalkirin lê em ê li kolanan bin. Divê em bi hev re dengê xwe bilind bikin û polîtîkayên Erdogan ên li Elmanyayê biqedînin.
Heta ku Elmanya di serî de li hemû derên Ewropayê rêxistinbûna çeteyên AKP’ê were qedexekirin, berpirs werin darizandin, em ê çalakiyên xwe yên protestoyê bidomînin.
Gelên Kurdistan û Tirkiyeyê di serî de em bang li hemû kesan dikin ku di tevlî meş û mîtînga li Berlînê bibin.
Dîrok û cihê destpêkirina çalakiyê: 27’ê Çileyê, saet 13.00, Bundeskanzleramt-Berlîn.”