Adem Ûzûn hat girtin, ji KNK’ê nerazîbûnek tund

Adem Ûzûn hat girtin, ji KNK’ê nerazîbûnek tund

Endamê Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Adem Ûzûn li Franseyê hate binçavkirin û piştre li Dadgeha Parîsê hate girtin. KNK’ê nerazîbûnek tund nîşanî girtina Ûzûn da û diyar kir ku Ûzûn ji bo organîzekirina Konferansa Rojavayê Kurdistanê ya ku dê 13’ê cotmehê bê lidarxistin çûye Franseyê.

Di çarçoveya operasyonên li hemberî Krudan de ku ji aliyê “dozgerên super” ên Frensî de Thierry Fragnoli û David Benichou ve tên birêvebirin de Endamê KNK’ê Adem Ûzûn di 6’ê cotmehê de li gara trenê ya Montparnasse ya Parîsê hate binçavkirin. Her wiha nûçeya “Ûzûn rêveberek ê PKK’ê yê Ewropayê” servîsî çapemeniyê hate kirin. Ûzûn di 9’ê cotmehê de bi biryara Dadgeha Parîsê hate girtinKNK’ê got; “Endamê Konseya Rêvebir ya KNK’ê Adem Uzun ji aliyê polîsên Fransayê ve bêyî sedem hatîye girtin. Konseya Rêvebir ya KNK’ê gelek lezîn li ser vê pirsê raweste û vê girtina neheq û bêqanûnî şermezar û protesto dike.”

KNK’ê diyar kir ku Adem Uzun wekî endamê Konseya Rêvebir ji ber karûbarên dîplomatîk û amadekarîya Konferansa 13’ê mehê cotmeha 2012 ya li ser Rojavaya Kurdistanê çûbû Parisê ku konferans dê li saloneke Parlementa Fransayê li Parîsê çêbibe û wiha berdewam kir:

“Dewleta Tirk di her keysî da daxwazê ji dewletên Yêkitîya Ewropayê dike ku xebata polîtîkerên Kurd asteng bikin. Herî dawîyê serokwezîr Erdogan Almanya û Fransa bi nav kirin û got ku ev dewlete hevkarîya Tirkîyeyê nakin ku xebata Kurdan li saheya Ewropayê bloke bikin. Fransayê bi girtina Adem Uzun hema bêje dîrektîfa Erdoganî aniye cih ku ev dê zerarê bigihîne sîstema demokratîk yê Fransayê. Dozgerê ku Adem Uzun daye girtin Thierry Fragnoli navdar e bi girtina polîtîkerên Kurd û piştî girtina Adem Uzun jî got ku ew tênagihin çima Tirkîye ji wan nerazî ye. Dozgerî bi zelalî got ku gotinên Erdogan yên ku qaşo Fransa hevkarîya wan nake ne rast in û wan bi girtina polîtîkerê Kurd Adem Uzun nîşan daye ku ew hevkarê dewleta Tirkîyeyê ne. Ev axiftina bêtalih ya dozgerê Fransî Thierry Fragnoli nîşan dide ku wan bi hevkarîya dewleta Tirk ev operasyone li ser siyasetmedarê Kurd Adem Uzun pêk anîne ku eve ji alîyê Kurd û Kurdistanîyan ve qetîyen nayê qebûlkirin.

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê got; “Kurd bi şêniya mezin li nav cografyaya YEyê kedeke mezin didine pêşkevtina jîyana ekonomîk, polîtîk, sosyal û kulturî ya van dewletan. Herweha Kurd di nav sîstemê îdarî da kar û barên burokratîk û polîtîk jî dikin ku eve mafê wan yê rewa û demokratîk e. Kurd li goreyî qanûnên dewletên YEyê xebatên xwe dikin. Dewletên YEyê divêt li goreyî daxwazên dewleta Tirk hereket nekin û jîyanê li Kurdên cografyaya xwe teng nekin. Dewleta Tirk dixwaze sîstemê xwe yê antî demokratîk ixracî nav YEyê jî bike û mixabin hindek dewletên YEyê jî bi girtina polîtîkerên Kurd dibine şirîkê antî demokratîzma dewleta Tirkîyeyê. Dewletên YEyê û bi taybetî jî Fransa vê pratîka krîmînîzasyonîst ya li ser polîtîkerên Kurd divê behemehal terk bikin.”

KNK’ê girtina Adem Uzun wekî êrişkarîyeke beramberî xelkê Kurd bi nav kir û got; “KNK li hêvîyê ye ku dewleta Fransayê zûtirîn dem Adem Uzun serbest bike û lêborîna xwe ji Adem Uzun, KNKê û xelkê Kurd bixwaze.”

KNK’ê got; “Adem Uzun divê tavilê serbest bê berdan berdan” û ev bang kir: “KNK li hêvîyê ye ku Kurd û Kurdistanî û herweha dostên xelkê Kurd yên li Fransa û her derê cîhanê vê êrişkarîya dewleta Fransayê mehkûm bikin û fişarê bibine ser hukûmeta Fransayê ku Adem Uzun serbest berdin.”