Abdurrahman Kizil bi merasîmekê hat veşartin

Abdurrahman Kizil ê ku li Parîsê hat qetilkirin li navçeya Qaxizman a Qersê hat veşartin. Polîsên Tirk û şaredariya desteserkirî hewl dan ku veşartina cenaze asteng bikin.

Li dijî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya li paytexta Fransayê Parîsê di 23’ê kanûnê de êrîşek çekdarî pêk hat. Di êrîşê de Endama Konseya Rêveber a KCK’ê Emîne Kara (Evîn Goyî), endamê Tevgera Çandê hunermend Mîr Perwer (Mehmet Şîrîn Aydin) û welatparêzê Kurd Abdurrahman Kizil hatibûn qetilkirin. Ji cangoriyan Abdurrahman Kizil li navçeya Qaxizmanê ya Qersê bi merasîmekê hat veşartin.

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz, parlamenterên HDP’ê Saît Dede, Remziye Tosûn, malbata Kizil û bi sedan kes cenaze ji Balafirgeha Harakanî pêşwazî kirin û ber bi Qaxizmanê ve birin.

JI BO RAKIRINA CENAZEYÊ ASTENGÎ

Şaredariya Qersê ya di bin rêveberiya qeyûm de ye, wesayîta neqilkirina cenaze neda malbatê. Li ser vê yekê ambulansa Şaredariya Panosê ya di bin rêveberiya HDP’ê de anîn balafirgehê. Lê belê polîsan bi hinceta ewraqên fermî, destûr nedan ku cenaze bi ambulansê bê veguhestin. Cenazeyê Kizil bi kamyonetekê ji balafirgehê hat derxistin. Cenaze bi karwanê wesayîtan ber bi gundê Qeregunî yê Qaxizmanê ve derxistin rê.

'GELÊ KURD WÊ TI CARÎ PAŞ VE GAVÊ NEAVÊJE'

Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz bi bîr xist ku, Abdurrahman Kizil bi salan e li sirgûnê dijî û got, "Kurd yan tên girtin, yan tên kuştin, yan jî tên sirgûnkirin. Nehiştin em cenazeyên xwe jî li gorî rêbazên îslamî veşêrin. Divê her kes bizanibe Abdurrahman Kizil şehîdê gelê Kurd e. Em ê şopdarên têkoşîn û daxwazên wî bin. Li gel van çewisandinê jî gelê Kurd ti carî gav paşve navêje. Pêwîst e hikûmeta Fransayê kujerên rastîn ên Kizil derxe holê.Eger vê yekê eşkere neke, wê berpirsyarê vê komkujiyê hikûmeta Fransayê be. Divê hikûmeta Fransa hêzên li pişt vê êrîşê eşkere bike û vê êrîşeke weke êrîşekî terorîst diyar bike.”

Piştî axaftinê, gel bê navber dirûşmeyên "Şehîd Namirin" berz kirin. Gel ji gund derketin û berê xwe dan cihê sersaxiyê ya li navenda navçeyê ye.