Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Êlihê Feleknas Ûca, tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê tê girtin, ji Wezîrê Edaletê Bekir Bozdag pirs kir.
Di pêşnûmeya nivîskî de hatiye diyarkirin ku serlêdanên parêzerên Abdullah Ocalan a ji bo hevdîtinê, bi hincetên “cezayê disîplîn” û “qedexeya hevdîtinê” tê astenkirin û derbarê Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim ên li bi Abdullah Ocalan re li heman girtîgehê ne, ev pirs hatin kirin:
“*Gelo şîrovekirina qedexeya hevdîtinê ya bi navê ‘cezayê disîplînê’ ya ji Birêz Ocalan ku zêdeyî 21 meh in agahî jê nayê girtin û hemû kanalên wî yên peywendiyê lê hatine astengkirin û girtiyên din re hatî dayîn, heye?
*Hinceya ‘cezayê disîplînê’ yê ji Birêz Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim re hatî dayîn, çiye?
*Çima agahiyên têkildarî hincet û dîroka cezayê disîplînê yê Birêz Abdullah Ocalan û girtiyên din re hatî dayîn, bi parêzeran re nayê parvekirin?
*Bingehê hiqûqî yê astengkirina hevdîtina Birêz Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim a bi parêzer û malbatan re, çiye?
*Sedemê di israrkirina vê pêkanîna ku binpêkirina madeya qedexeya êşkenceyê ya Peymana Mafên Mirovan a Ewropa (PMME) de, çiye?”