Şervanekî HRE şehîd ket

Hêzên Rizgariya Efrînê diyar kir şervanê wan Mihemed Seydo (Şêrhat Efrîn) di 20’ê Çileyê de dema li ser peywira xwe bû, şehîd ketiye.

Di daxuyaniya HRE’yê de hat ragihandin ku şervanê wan Mihemed Seydo (Şêrhat Efrîn) di çaroveya Qonaxa Duyemîn a Berxwedana Serdemê de 20’ê Çileya 2023’an li herêma Efrînê dema li ser erka xwe bû, şehîd bûye.

Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye:

“Gelê me yê Efrînê bi nasîna Tevgera Azadiyê re di xweparastinê de xwe bi rêxistin kir û li hember her êrîşên dagirkeran ji bo parastina hebûna xwe têkoşiya. Gelê me yê Efrînê pêşengtî ji Şoreşa Rojava re kir û ji bo xwedîderketina destkeftiyên bi nirx ên şoreşê çi pêwîst kir, peywira xwe bi cih anîn. Bi hezaran ewladên xwe yên leheng ku li ser xeta berxwedanê mezin kirin, ji bo xurtbûn û parastina Şoreşa Rojava şehîd dan. Di nasîna Şoreşa Rojava û belavbûna cîhanê de roleke mezin lîstin û mohra xwe li dîrokê dan.

Hevrêyê me me Şêrhat di sala 2022’an de ji warê ku lê hatiye dinê, Efrînê di temenê ciwantiyê de tevlê nava refên hêza me bû, bi kesayeta xwe ya kedkar û fedekariya xwe tevlîbûyînek çalak çêkir. Ji bo ji dewleta Tirk a dagirker ku cihê lê hatiye dinê dagir kiriye hesap bipirse û ji bo rizgarkirina bajarê Efrînê re ji nû ve vegera gelê xwe re erka pêşengtiyê girt ser milê xwe. Di dema xwe ya şoreşgertiyê de ji bo xwe pêş bixe gelek hewl da, xwe perwerde kir. Di gelek milan de xwe pêş ve bir. Di nav hevrêyên xwe de hat hezkirin ku kedkar û hevrêyekî dilnizm bû.

Bîranîna şehîdên me yên leheng wê di doza me ya pîroz û di têkoşîna me ya azadiyê de her tim bên bîranîn. Em soza ku me daye şehîdan careke din di şexsê rêhevalê nemir şehîd Şêrhat de dubare dikin ku wê armanca wan teqez bê biserxistin. Li ser vê bingehê bila serê malbata welatparêz ya hêja, serê gelê me yê Efrînê yê berxwedêr û gelê Kurdistanê sax be.”