Şervan Îsa li Elsoffê hate bibîranîn
Şervan Îsa (Kamîl Ozdemîr Oltan) û 12 gerîlayên HPG’ê ku li Bestayê di şerê dijî artêşa Tirk de jiyana xwe ji dest dabûn, hatin bibîranîn.
Şervan Îsa (Kamîl Ozdemîr Oltan) û 12 gerîlayên HPG’ê ku li Bestayê di şerê dijî artêşa Tirk de jiyana xwe ji dest dabûn, hatin bibîranîn.
Civîna bîranînê ya li bajarê Elsoff ê Elmanyayê, ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Lîmbûrgê (NCDK) û li ser navê malbata Şervan Îsa kekên wî Hasan û Şukru Oltan ve hate organîzekirin. Wekîlê Şirnexê yê HDP’ê Faysal Sariyildiz, li ser navê Komîsyona Lêkolînê Sultan Oger, Serokê Saziya Malbatên Şehîdên a Ewropayê Bavê Hesen û Kurdistanî jî di civîna bîranînê de amade bûn.
Bîranîn li dêra Alte Schull Strasseyê hate kirin. Bername bi deqeyek rêzgirtinê ya ji bo gerîlayên ku jiyana xwe ji dest dane dest pê kir. Li ser navê NCDK'ê Emîn Narçîn di destpêka civînê de axivî. Serokê Malbata Şehîdan Bavê Hesen got, "PKK ji nebûnê ava bûye. Em li ber şehîdên xwe ku ev partî ava kirine bi hurmet bejna xwe ditewînin. Em hebûna xwe deyndarî şehîdan in."
Sûltan Oger jî got: "Di serî de Şervan Îsa û şehîdên meha Gulanê bi hurmet bi bîr tînim. Em dixwazin ku ev şehadet û êşên ku têne jiyîn bi dawî bibin. Şervan Îsa zarokê malbateke kedkar û welatparêz e. Îsa ji bo ku endamê malbateke welatparêz bû, tercîh kir ku şervan be. Ji bo gelê xwe şer kir, têkoşiya."
GELÊ BOTANÊ EV 30 SAL IN BÊ NAVBER TÊDIKOŞE
Wekîlê HDP’ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz tevlî bernameya bîranînê bû û got: ‘’Di serî de serê hemû gelê Kurdistanê, gelê Botanê û gelê Bafê sax be. Gelê Botanê ev 30 sal in têkoşîneke domdar dide, heta niha bi hezaran şehîd dane di vê rêyê de. Di vê pêvajoya têkoşînê de ji bo yên ku komkujî kirine, kuştine neyên darizandin destûr têne guherandin, referandûm têne kirin."
Kekê Şehîd Şervan Îsa Kazim Oltan di hevdîtineke kurt de ji me re behsa Şervan Îsa kir. Oltan diyar kir ku navê wî Kawa ye, ji ber ku dewleta Tirk qebûl nekiriye navê wî di nasnameyê de Kamîl hatiye nivîsîn û got, "Şehîd Şervan qet ji navê Kamîl hez nedikir. Navê xwe tim Kawa dinivîsî. Şervan yekî bêdeng bû û zêde nedipeyivî. Ji bo vê jî me nizanîbû çi difikire. Bi vê sedemê jî dema ku tevlî nav refan bû em şaş kirin. Şehîd Şervan Îsa 7’ê Mijdara 2015’an dema ku şivantî dikir, nîvro ji malê derket, dema ku êvarî nehate malê em fêhm kir ku tevlî nav rêxistinê bûye."