Şehîdên Sêwasê hatin bîranîn: Kujer dewlet e!

Kesên ku di Komkujiyên Sêwasê de hatin qetilklirin, bi çalakiyekê hatin bîranîn. Di bîranînê de hate ragihandin ku kujer dewlet e.

Girseya gel a ku li bi pêşengiya Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdal (PSAKD) li hev civiya, li gel partiyên civakî yên sivîl û partiyên siyasî, di salvegera 28'an a Komkujiya Sêwasê de çalakiyek li dar xist.

Mirovên ku doh êvarê ji dehan bajarî bi rê ketin, danê sibehê li ber Şaxê Sêwasê ya PSAKD'ê li hev civiyan. Bi hezaran kesî piştre dest bi meşê kirin. Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay, parlamenterên HDP'ê û nûnerên rêxistinên Elewiyan û rêxistinên girseyî yên demokratîk tevlî meşê bûn.

Bi hezaran kesî ber bi otelê ve dest bi meşê kirin û pankarta bi nivîsa "Na ji komkujiyan re, edalet ji bo Madimakê" hildan. Girseya gel bi qîrîna dirûşman li ber otelê li hev civiya û qurnefîl û wêneyên kesên di komkujiyê de hatin qetilkirin danîn ber otelê.

'KUJER JI ALIYÊ DESTHILATDARIYÊ VE HATIN PARASTIN'

Ebrû Gunay li bîranînê axivî û got, "Beriya bi 28 salan li vê otelê komkujiyek hate kirin, lê ji hingî ve kiryarên komkujiyê hesab nedane û rastî nehatiye eşkerekirin. Lê belê desthilatdariyê kujer û kiryar parast. Hîn jî 3 ji bersûcan li Elmanyayê bi hêsanî digerin. Mixabin li Tirkiyeyê hîn rastî eşkere nebûye. Edalet bi cih nehatiye, lewma êşa me mîna roja destpêkê mezin e. Em êşa dayikên xwe parve dikin."

Ebrû Gunay got, "Em kiryaran baş nas dikin" û wiha dewam kir, "Li hemberî me zîhniyeteke kujer heye. Ev zîhnet hîn jî li ser kar e. Bi dewleta kûr re tevdigere. Dema ku biryar hate dayin ku dem di ser dozê re derbas bûye, serkêşê vê dewletê Serokkomar gotibû, bi xêr be. Bi vî rengî nîşan da ku têkiliyeke xwe bi çi rengî bi kiryaran, bi kujeran, bi komkujiyê re heye."

Di dawiya axaftina xwe de Gunay got, "Em li ser şopa wan evîndarên rastiyê ne. Em careke din soz didin wan; heta ku rastî eşkere bibe, heta ku kiryar eşkere bibin em ê têkoşîna xwe dewam bikin."

'MÎRATEYA WAN, SERÎNETEWANDIN E'

Serokê Giştî yê Federasyona Komeleyên Elewî Bektaşî Huseyîn Guzelgul jî diyar kir ku ew ê bibin dengê kesên di Komkujiya Sêwasê de hatine qetilkirin û got, "Em bi baweriyê bi vê rêyê girêdayî ne. Baweriya me hezkirin e. Serînetewandin mîrateya me ye."

Di dawiya axaftina xwe de Huseyîn Guzelgul got, "Êşa me mîna roja destpêkê teze ye. Me soz dan ku edaletê bînin Sêwas a bi xwîn. Me Sêwas ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin."

'KOMKUJIYA BI DESTÊ DEWLETÊ'

Serokê Giştî yê PSAKD'ê Ganî Kaplan jî diyar kir ku di nava komkujiyê de dewlet heye, lewma edalet pêk nehatiye û got, "Li pişt komkujiya Sêwasê dewlet bi xwe heye."

Piştî axaftinan semah hate gerandin û bîranîn bi dawî bû.