DBP: Şehîdan nîşan dan ku têkoşîna yekbûyî wê faşîzmê têk bibe
DBP'ê şehîdên Gulanê bi bîr anî û got, ''Şehîdên meha gulane nîşan da têkoşîna yekbûyî tekane hêz e ku wê faşîzmê têk bibe.''
DBP'ê şehîdên Gulanê bi bîr anî û got, ''Şehîdên meha gulane nîşan da têkoşîna yekbûyî tekane hêz e ku wê faşîzmê têk bibe.''
DBP'ê bi daxuyaniyekê Hakî Karer, yek ji qedroyê pêşeng ê Tevgera Apoyî ku 18'ê Gulana 1977'an li Dîlokê şehîd bûyî û yek ji lîderê tevgera şoreşger a Tirkiyê Ibrahîm Kaypakkaya ku 18'ê Gulana 1973'an li zindana Amedê bi êşkenceyê hatî qetilkirin bi bîr anî.
Di daxuyaniyê de hate gotin zindana Amedê bûbû arênayeke ku têkoşîna manûnemanê lê dihate dayin, di rewşeke wiha de ku cuntaya leşkerî tarîtî serwer kiribû, Ferhat Kurtay, Eşref Anyik, Mahmût Zengîn û Necmî Oner agir berdena bedena xwe, ji bo gelan bûne şevçirax û ''Bûne neferê têkoşîna demokrasî û azadiyê û di dîrokê de cihê xwe girtine.''
Bi berdewamî hate gotin, ''Şehîdên meha Gulanên nîşan dane ku ew têkane hêza e ku dikare faşîzmê têk bibe. Em jî bi baweriya dilsoziya bi bîranînên wan, em sond dixwin ku coşiya şoreê bi siyaseta demokratîk tacîdar bikin. Em şehîdên meha Gulanê bi bîr tînni, em careke dî diyar dikin têkoşînên azadiye bi têkoşîna yekbûyî wê bi ser bikeve.''