Şandeya Navneteweyî ya li dijî Tecrîdê serdana TTB û TÎHV'ê kir

Şandeya Navneteweyî ya li dijî Tecrîdê, têkildarî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan serdana TTB û TÎHV'ê kir.

Şandeya Navneteweyî ya li dijî Tecrîdê ku li hemberî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji hiqûqnas, rojnamevan û akademîsyenan pêk tê, destpêkê tevlî civîna li Yekîtiya Tabîban a Tirk (TTB) bû. Sekreterê Giştî yê TTB'ê Vedat Bûlût, parêzerên ji Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) û Hevberdevkê Komîsyona Mafên Mirovan û Hiqûqê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Serhat Eren tevlî civînê bûn. Seroka Konseya Navendî ya TTB'ê Şebnem Korûr Fîncanci jî bi rêya online tevlî civînê bû.

Di civînê de ku li TTB'ê pêk hat, tevî tecrîda girankirî ya li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê, bandora tecrîdê ya li ser girtîgehên Tirkiyeyê hatin nirxandin. TTB'ê bal kişand ser kiryarên li dijî girtiyên nexweş ên li girtîgehê.

Şandeyê piştî civînê serdana Navenda Giştî ya TÎHV'ê kir. Civîna ku Serokê TÎHV'ê Metîn Bakkalci jî tevlî bû, li çapemeniyê girtî hate lidarxistin.