Şandeya Navneteweyî ya Li Dijî Tecrîdê serdana partiyan kir
Endamên Şandeya Navneteweyî ya Li Dijî Tecrîdê ku li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kom bûne, bi nûnerên partiyên siyasî re li hev civiyan.
Endamên Şandeya Navneteweyî ya Li Dijî Tecrîdê ku li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kom bûne, bi nûnerên partiyên siyasî re li hev civiyan.
Şandeya Navneteweyî ya Li Dijî Tecrîdê ya ku tê de 36 hiqûqnas, rojnamevan û akademîsyenên ji 7 welatên cûda hene û li dijî tecrîda li ser Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan kom bûne, hatin Tirkiyê. Serdanên şandeyê yên li partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên civakî yên li Amed, Stenbol û Enqereyê didomin. Endamên şandeyê yên li Stenbolê wê di nava rojê de serdana Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), Partiya Çep a Kesk, Platforma Piştevaniya Sosyalîst (SODAP), Partiya Kedê (EMEP) û Partiya Şoreşger bikin.
TECRÎD Û PÊVAJOYA SIYASÎ HATE NÎQAŞ KIRIN
Şandeyê ewilî serdana ESP’a ku li Fatîhê ye kir. Şandeya ji 6 kesan pêk dihat û Sekretera Giştî ya Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) Rengîn Ergul û endamê OHD’ê parêzer Bulent Aşa pê re bûn, ji aliyê Hevseroka Giştî ya ESP’ê Ozlem Gumuştaş û endamên Meclisa partiyê Ezgî Gurbuz û Meral Tatar ve hatin pêşwazî kirin. Di vê hevdîtinê de bi taybetî tecrîda li ser Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Îmraliyê di nava şert û mercên tecrîda giran de tê ragirtin, binpêkirina mafên li girtîgehan, binpêkirina mafên li bajarên Kurdistanê, pêvajoya siyasî ya li Tirkiyeyê û doza girtinê ya li dijî Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hatin nirxandin.
Hate diyarkirin ku şande pişt re wê serdana Partiya Çep a Kesk bike.