Şandeya Navneteweyî ya li dijî Tecrîdê serdana DBP û TOP'ê kir
Endamên Şandeya Navneteweyî ya li dijî Tecrîdê serdana DBP û TOP'ê kirin.
Endamên Şandeya Navneteweyî ya li dijî Tecrîdê serdana DBP û TOP'ê kirin.
Ji 7 welatan bi giştî 36 hiqûqnas, rojnamevan û akademîsyenan li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Şandeya Navneteweyî ya li dijî Tecrîdê ava kirin û serdana Tirkiyeyê kirin. Xebatên şandeyê yên li Tirkiyeyê didomin. Endamên şandeyê yên li Stenbolê du kom ava kirin û çûn serdanên cuda. Endamên şandeyê îro ji ewil çûn serdana Partiya Azadiya Civakî (TOP) û Partiya Herêman a Demokratîk (DBP).
Endamên şandeyê ji hêla Hevberdevkên DBP’ê yên Marmarayê Dîlber Demîr û Atîlla Ozdogan ve hatin pêşwazîkirin. Hevdîtin ji çapemeniyê re girtî hate kirin. Hat ragihandin ku di hevdîtinê de tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pêvajoya siyasî ya li Tirkiyeyê hatine nirxandin.
Di serdana endamên şandeyê ya Rêxistina TOP’ê ya Stenbolê de Sekretera Giştî ya Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Rengîn Ergul û endamê OHD’ê Bulent Aşa jî amade bûn. Şandeya delegasyonê ji hêla endama Lijneya Berdevkan a TOP’ê Perîhan Koca, endamê Komîteya Navendî Tamer Dogan, endamê Meclisa Partiyê Kubîlay Çelîk û endamên Komîsyona Hiqûqê Ezgî Kaya û Sezen Ezer ve hate pêşwazîkirin. Endama Desteya Berdevkan a TOP’ê Perîhan Koca di serdanê de axivî û têkildarî têkoşîn û xebatên partiya xwe de agahî dan. Koca, bi bîr xist ku êrişên desthilatdariyê yên li dijî kurdan, elewiyan, jinan, karkeran û gelek derdorên cuda didomin û qala şert û mercên giran ên tecrîdê yên di şexsê Abdullah Ocalan de ketine meriyetê vegot. Koca, diyar kir ku Abdullah Ocalan li Girtîgeha Îmraliyê ji mafên xwe yên herî bingehîn bêpar tê hiştin û destûr nayê dayîn ku bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike.
Endamên şandeyê serdanên xwe yên li Beyoglû û Kadikoyê domandin û wê di nava rojê de biçin serdana Federasyona Meclisên Sosyalîst (SMF), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Tevgera Kedkaran (EHP) û Partiya Jinûveavakirina Sosyalîst (SYKP).