Şandek ji Şengalê bi Serokê Parlamenta Iraqê Helbûsî re rûnişt

Şandeyek ji partî û rêxistinên li Şengalê, bi Serokê Parlamenta Iraqê Mihemed Helbûsî re rûnişt. Hate ragihandin ku Helbûsî piştgiriya xwe ya ji bo civaka Êzidî aniye ziman.

Ofîsa Serokê Parlamenta Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku Serokê Parlamentê Mihemed Helbûsî bi şandeyek ji Şengalê re civiya ye.

Li gorî heman daxuyaniyê di civînê de Helbûsî guh daye pêşniyarên şandeyê yên ji bo çareserkirina pirsgirêk û pêwîstiyên herêmê. Di nava wan de jî rêveberin, ewlekarî û rewşa penaberan hatiye guftugokirin.

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin; "Serokê Parlamentê di civînê de piştgiriya xwe ya ji bo civaka Êzidî anî ziman ku DAÎŞ'ê sûcên li dijî mirovahiyê lê kir."

Di dawiyê de jî hate gotin ku Mihemed Helbûsî ragihandiye ku ji bo pêşwazîkirina mafê hemû pêkhateyan li Iraqê, bi aliyên peywendîdar re kar dikin.

Şandeya ji pêkhateyên Şengalê ku Hevserokê PADÊ Hisên Hecî jî di nav de ye, ji bo başkirina xizmetguzarî û rewşa li Şengalê pêr serdana Iraqê kir. Serokkomar Letîf Reşîd jî di nav de heta niha bi gelek berpirsyarên payebilind ên hikumetê û hêzên siyasî re hevdîtin kiriye.