Şahidê nepen tev li rûniştina parêzeran nebû, rûniştin hat taloqkirin

Rûniştina doza parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji ber nehatina şahidê veşarî taloq bû.

Parêzer Rezan Sarica, Alî Maden, Baran Dogan, Cengîz Yureklî, Înan Akmeşe, Mahmût Taşçi û Mehmet Selîm Okçûoglû bi îdiaya “endamtiya rêxistinê“ tên darizandin. Di rûniştina 5’emîn a doza li Dadgeha Cezayên Giran a 33’yemîn a Stenbolê ya li Çaglayanê hat dîtin de parêzer Raziye Ozturk, Metîn Îrîz û Onûr Ardik amade bûn.

Di rûniştina beriya vê rûniştinê de şahidê nepen ê biryara anîna wî hat dayîn, tev li rûniştinê nebû. Bersiva ji bo muzekereyê ji bo Dadgeha Cezayên Giran a 11’emîn a Enqereyê hat nivîsîn hat xwendin û di nav dosyeyê de hat bicihkirin, parêzerên mafê axaftinê girtin û xusûsên têkildarê xwe yên di belgeyan de red kirin.

Dozger, daxwaza temamkirina kêmasiyên dosyeyê kir. Dadgehê, di biryara xwe ya navberê de ji bo guhdarîkirina li şahidê nepen biryara temakirina kirariyên pêwist da û rûniştin taloqî 7’ê Kanûnê kir.