Şahidê Doza Kobanê 15 rojan li TEM’ê hatiye ragirtin!
Kerem Gokalp ê yek ji şahidê esasî yê vebûna Doza Kobanê derket holê ku 15 rojan li TEM’ê hatiye ragirtin.
Kerem Gokalp ê yek ji şahidê esasî yê vebûna Doza Kobanê derket holê ku 15 rojan li TEM’ê hatiye ragirtin.
Ji ber protestoyên di 6-8'ê Cotmeha 2014'an ên ji ber êrîşên DAÎŞ’ê yên li ser Kobanê, hevserokên giştî yên HDP'ê yên berê, endamên Desteya Rêveber a Navendî ya HDP'ê û rêveberên HDP'ê jî di nav da di erbarê 108 kesan de doz hatibû vekirin. Danişîna 5'an a dozê li Kampusa Girtîgeha Sîncanê hat lidarxistin.
Têkildarî îfadeyên Kerem Gokalp de ku yek ji şahidên bû sedema Doza Kobanê û Doza Girtina HDP'ê, tiştine sosret derketin holê. Li gor belgeya daxilî nav dosyeya dozê hatiye kirin, Gokalp ê girtî, di 24'ê Kanûna 2019'an de ji bo îfadeyê bide daxwaznameyek nivîsiye û serlêdan kiriye. Daxwaznameya Gokalp di cih de hatiye qebûlkirin û Dadgeriya Ceza ya Sulhê ya 2'yan a Enqereyê ji ber vê derbarê wî biryara "çavdêriya îdarî" daye. Piştî biryarê bi rojekê, di 25'ê Kanûna 2019'an de, Gokalp ji Girtîgeha Sîncanê ya Jimare 2'yan a Tîpa F'yê hatiye girtin û wî birine Midûriyeta Polîsan a Enqereyê.
Gokalp ku piştî xwe radest kiribû û hatibû girtin û di derbarê çalakiyên Kobanê de îfadeyek jî nedabû, piştî bi biryara "çavdêriya îdarî" wî birine TEM'a Midûriyeta Polîsan a Enqereyê, li vir 15 rojan hatiye sekinandin.
Îfadeyên ku Gokalp li midûriyeta polîsan dane jî daxilî nav dosyeya dozê hatin kirin ku dozgeriyê îdianameya Doza Kobanê jî spartibû van îfadeyan.
Parêzeran di danişînê de daxwaz kirin ku îfadeyên Gokalp ên berê daxilî nav dosyeyê bên kirin. Her wiha parêzeran daxwaz kir ku divê bê pirsîn bê ka beriya ku Gokalp daxwaznameyê bide, kî çûye cem wî.