Îranê sê xwepêşander dar ve kir
Dewleta Îranê bi îdiaya ku ‘tevlî şerê li dijî Xwedê bûne’ 3 kes dar ve kir.
Dewleta Îranê bi îdiaya ku ‘tevlî şerê li dijî Xwedê bûne’ 3 kes dar ve kir.
Dezgeha dadweriya Îranê ragihand, 3 kesên ku bi tohmeta destê wan di kuştina karmendên ewlehiyê yên di dema serhildana Jîna Emînî de hebûn, di 19’ê Gulanê de hatine darvekirin.
Hate diyarkirin ku Mecîd Kazimî, Salih Mîrhaşimî û Seîd Yakubî di xwepêşandana li Îsfehanê de bi hinceta ku çek bi wan re bûn û ‘tevlî şerê li dijî Xwedê (mûharebeh)’ bûne, cezayê darvekirinê li wan hatiye birîn.
Sê kesên di Mijdara borî de hatibûn girtin, di meha Çileyê de hatibûn cezakirin. Dezgeha dadweriya Îranê, van sê kesan sûcdar dike ku sê endamên hêzên ewlehiyê kuştine.
Li gorî rapora Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ya sala 2022’an a derbarê bidarvekirinê de, Îran piştî Çînê di rêza duyemîn de ye. Darvekirinên li Îranê di sala 2021’an de 314 bû û ev hejmar di sala 2022’an de bûye 576. Tê diyarkirin bîlançoya rastîn girantir e.