Îpekyuz: Em mil bidin hev
Parlamenterê HDP'ê Necdet Îpekyuz got, "Roj ew roj e ku em mil bidin hev. Yên ku me ji nedîtî ve tên bila zanibin ku hesabên wan wê ser û bin bibin."
Parlamenterê HDP'ê Necdet Îpekyuz got, "Roj ew roj e ku em mil bidin hev. Yên ku me ji nedîtî ve tên bila zanibin ku hesabên wan wê ser û bin bibin."
Daxuyaniya HDP'ê ya li ser nîşandana namzetê xwe yê serokkomariyê, hin hesab tevlîhev kir. Ji bo wî gelî bû hêvî ku xwe di navbera tifaqên Cûmhûr û Milet de asê didît. Jê re bû nefes û alternatîfek pêşkêş kir. HDP'ê li gel hêzên ku tifaq pê re çêkiriye, li Kartalê mîtîngek lidar xist û dest bi karên hilbijartinê kir. Bi deh hezaran kesên tevlî mîtîngê bûn, nîşan dan ku hêviya wan gelekî mezin e.
Parlamenterê HDP'ê yê Êlihê Necdet Îpekyuz ji ANF'ê re axivî û destnîşan kir ku tevlîbûna li mîtînga Kartalê û coşa wê careke din ispat kir ku Bloka Ked û Azadiyê wê di hilbijartinê de diyarker be. Îpekyuz diyar kir ku li gel zext û astengiyan jî coşa girseyê nîşan da ku paşeroj li aliyê ked û azadiyê ye û got, "Yên ku me ji nedîtî ve tên bila zanibin ku hesabên wan hemû wê ser û bin bibin."
Parlamenterê HDP'ê bersiv da wan spekulasyonan ku îdîa dikin, piştî eşkerekirina namzetê xwe wê 'bi kêrî tifaqa Cûmhûr bê' û anî ziman, yên ku li ser HDP'ê şîroveyan dikin, tenê li xwe difikirin. Îpekyuz got, "Maseya bi beşdariya 6 aliyan bila destpêkê bersiva wê yekê bide ku heta niha çima bi me re têkilî dananiye, çima dengê ji qadên ked û azadiyê bilind dibe nabihîze. Heta niha bi zimanekî serwer û qure axivîn. Gotin di cih de be, zimanekî welê bi kar anîn ku xwe spî, yên din jî reş dibînin. Ev yek di heman demê de bersiva li wê helwestê ye ku dibêjin 'ez bi her tiştî zanim, ez ê her tiştî li gorî xwe diyar bikim'."
'EM JI BO KOMAREKE DEMOKRATÎK GAVÊ DIAVÊJIN'
Îpekyuz bi bîr xist ku li Tirkiyeyê hilbijartin bi giranî di çarçoveya du tifaqan de tê nîqaşkirin û anî ziman ku tifaqek dibêje wê sîstema serokatiyê bêhtir bi pêş ve bibe, tifaqa din jî qala restorekirina sîstema parlamenteriyê dike. Îpekyuz ragihand ku di navbera van herdu alternatîfan de perspektîfa guhertinê nîne û got, "Em dibêjin, bi sala sedemîn a komarê re em alternatîfeke welê diafirînin ku pirsgirêkên li Tirkiyeyê nehatine çareserkirin, bêne çareserkirin. Ji bo bûyerên qewimîne dubare nebin em ji bo komareke demokratîk gavê diavêjin."
'YÊN DITIRSIN, TIRSÊ BELAV DIKIN'
Îpekyuz diyar kir ku di vê rêyê de bêguman zextên giran li wan hatin kirin û bi bîr xist ku Dadgeha Destûra Bingehîn alîkariya xezîneyê ya ji bo partiya wan bi demkî rawestandiye, gefa girtinê li partiya wan tê xwarin û destnîşan kir ku ev nêzîkatî nîşan didin ku ew li ser rêya rast in. Îpekyuz ev bûyer jî bi pêşgotineke Kurdî vegot û got, "Bi Kurdî dibêjin, 'Yên ditirsin tirsê belav dikin'. Yên ku vê zextê li me dikin bila bi bîr bînin; heta niha 6 partî hatin girtin, qeyûm li şaredariyan hatin danîn, girtin, lê belê partî mezin bû. Li hemberî her dijminatiya ku li me tê kirin, girseya me bêhtir li hev dicive, xwesteka têkoşînê mezintir dibe. Gavên ku me di nava hefteya dawî de avêt dilê mirovan kêfxweş kir ku tevlîbûneke ewqasî xurt li mîtînga li Kartalê çêbû. Em di rêya rast de ne."
'YEKBÛN JEHRKUJA DIJBERIYÊ YE'
Îpekyuz gotina "Ya bi hev re ya hîç" bi bîr xist û destnîşan kir ku niha ew dem e ku bibêjin 'Bi hev re'. Ji bo kesên ku bê biryar mane û ketine bin bandora spekulasyonan got, "Niha ew dem e ku em piştevaniya hev bikin, parvekirinê bikin."
Îpekyuz ragihand ku desthilatdariyê heta niha dijberî sor kiriye û got, "Em di navbera herdu tercîhan de asê nemînin, em bi tercîha xwe kêfxweş û xurt bibin. Roj ne roja xeyid û şikestinê ye, roj ew roj e ku em mil bidin milê hev. Dest bidin destê hev. Yekbûyî jehrkuja dijberiyê ye."