Însiyatîfa Zarokên Agir li çar bajaran çalakî kir
Însiyatîfa Zarokên Agir ragihand ku wan 3 febrîqe, enbarek, marketek û wesayîtek dane ber agir.
Însiyatîfa Zarokên Agir ragihand ku wan 3 febrîqe, enbarek, marketek û wesayîtek dane ber agir.
Însiyatîfa Zarokên Agir bi daxuyaniyeke nivîskî eşkere kir ku li çar bajarên Bûrsa, Sakarya, Samsûn û Stenbolê gelek milkên “ayîdê faşîstan” şewitandine.
Daxuyanî wiha ye:
“Li hember êrîşen dewleta Tirk 3 febrîqe, 1 wesayît, 1 depo û 1 marketa A 101 me da ber agir.Dem dema ji dîrokê heya roja me ya îro tola êşa ku gele Kurd jiyan kiriye, katlîam û koçberkirin, surgun û zindanan girtine. Îro jî partiyen faşîst Akp-Mhp û piştêvaniyen wan dijminen serêke yen Kurdin. Her Kurdekî bi rûmet û welatparêz li her qada ku heyî ji bo ji vê sîstema zilmê tolê bigre têkevê nav liv û tevgerê. Wek Însiyatîfa Zarokên Agir em ê li her derê ji dijminê Kurd ên faşîst hesabpirsînê berdewam bikin. Dewleta Tirk û piştevanên wan wê çok daynin, gelê Kurd bi tevgera tolhildan û azadiyê wê biserkeve. Di vê kêliya dîrokî de em bang dikin ku hemû Kurdên bi rûmet ji dijmin tolê bistînin.
Berferehiya Şewatan;
25.10.2021 Li navçeya Înegol a Bûrsa febrîqeya Wagner Boya ya ayîdê AKP’iyan.
25.10.2021 Li navçeya Adapazari ya Sakarya febrîqeya tekstîlê a bi navê Kançelîk ku ayîdê dijminê Kurdan e.
24.10.2021 Li navçeya Osmangazî ya Bûrsayê febrîqeya tekstîl a ayîdê AKP’iyan ku hilberîna qûmaş û perdeyan çedike.
24.10.2021 Li navçeya Îlkadim a Samsunê wesayîtek ayîdê şaxsekî ku MHP’iyî ye.
25.10.2021 Li navçeya Maltepe ya Stenbolê marketa A 101 ku ayîdê AKP’iyan e.
27.10.2021 Li taxa Ataşehîr a Stenbolê enbarek ayîdê faşîstan hat şewitandin."