Însiyatîfa Zarokên Agir ji bo Mûrat Yildiz gelek der şewitand

Însiyatîfa Zarokên Agir ragihand wan ji bo Mûrat Yildiz ê ku li Dêrsimê hatibû kuştin, li gelek bajaran fabrîkeyek, du tesîs, market û kamyonek şewitandine.

Înîsîyatîfa Zarokên Agir Mûrat Yildiz bi bîr anî yê ku li Dêrsimê di êrîşa hewayî de hatibû kuştin. 

Înîsîyatîfê ragihand ku wan ji bo Mûrat Yildiz di 26’ê Gulanê de li Gebzeya Kocaeliyê fabrîkeyeke keresteyan, di 25’ê Gulanê de li Sûltanhîsara Aydinê tesîseke berhemên çandiniyê, li Sîteya Sanayiyê ya Duzceyê tesîseke veguherandina alavan, di 23’ê Gulanê de jî li Îzmîrê marketa A101 û kamyoneke şaredariya Bayrakliyê û li heman bajarî di 20’ê Gulanê de maleke fihûş û kontrayan şewitandine.