Însiyatîfa Zarokên Êgir li 8 bajaran çalakî li dar xist
Însiyatîfa Zarokên Êgir ragihand ku li 8 bajaran gelek kargeh û wesayitên "faşîstan" şewitandine. Di nava cihên hatin şewitandin de 4 febrîqe jî hene.
Însiyatîfa Zarokên Êgir ragihand ku li 8 bajaran gelek kargeh û wesayitên "faşîstan" şewitandine. Di nava cihên hatin şewitandin de 4 febrîqe jî hene.
Însiyatîfa Zarokên Êgir bi daxuyaniyekê ragihand ku li Stenbol, Dîlok, Bûrsa, Enqere, Îzmîr, Denîzlî, Antalya û Aydinê gelek kargeh û wesayitên "faşîstan" şewitandine.
Însiyatîfê diyar kir ku wê tola hovîtiya li Kurdan tê kirin her roj hilînin û got, "Kurdistan ne malê bavê we ye, gelê Kurd jî ne koleyê we ye. Em ê her roj dersên ji agir bidin we û vê rastiyê bi we bidin hînkirin, heta ku dawî li dagirkerî û hovîtiya we bê anîn. Ev yek soza me Kurdên bi rûmet e."
Li gorî daxuyaniyê;
29'ê Gulanê li Arnavûtkoy a Stenbolê febrîqeyeke boyaxkirina qûmaş a 4 qatî ya AKP'iyan,
Li herêma pîşesaziyê ya Çali ya Bûrsayê febrîqeyeke mobîlya ya MHP'iyan,
Li herêma pîşesaziyê ya Îzmîrê trafiyekî navçeya Gazîemîr û TIR'ek MHP'iyekî,
28'ê Gulanê li navçeya Kahramankazan a Enqereyê, febrîqeyeke veguherandinê ya AKP'iyan,
Li herêma pîşesaziyê ya 3'emîn a Dîlokê febrîqeyeke plastîk a AKP'iyan,
27'ê Gulanê li navçeya Kaşê ya Antalyayê, kargeheke 'Dijminê Kurdan' a li hala zebze û fêkî,
Li navçeya Çalê ya Denîzliyê wesayiteke personelê arkujiyê,
Li navçeya Soke ya Aydinê wesayitek Mehmet L. ê AKP'î,
26'ê Gulanê li Dîlokê 6 dorse, TIR'ek û qemyonek li Sîteya Veguhastinê ya AKP'iyan hatin şewitandin.