Însiyatîfa Zarokên Agir li 7 bajaran milkên AKP-MHP'iyan şewitand

Însiyatîfa Zarokên Agir ragihand ku restoranteke luks, 2 depo û li pênc bajaran 9 wesayitên AKP'iyan hatine şewitandin.

Însiyatîfa Zarokên Agir bi daxuyaniyekê got, "Endamên xwezayî yên însiyatîfa me, li 7 bajaran 8 caran agirê tolhildanê li dijî dagirkeran dadan."

Însiyatîfê ragihand ku wê berdêla zilm, êşkence û talankirina xwezaya Kurdistanê bidin û got, "We dewleta xwe ya dagirker li ser xaka me ava kir, lê ji bîr nekin ku xwediyê em in, em ê bingeha wê dewletê ji kokê ve bihejînin û bi serê we ve birûxînin."

Li gorî daxuyaniyê 30'ê Hezîranê li Esenyûrt a Stenbolê, restoranteke luks a AKP'iyan û destpêka meha Hezîranê jî depoya Hayal Plaza ya AKP'iyan hatin şewitandin.

Her wiha di navbera 1 û 6'ê Hezîranê de li Îzmîr, Denîzlî, Balikesîr, Kastamonû û Kocaeliyê, 9 wesayit û depoyeke AKP-MHP'iyan hatin şewitandin.