Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê bertek nîşanê cezanekirina kiryaran da

Di meha 90’emîn a Qetlîama Pirsûsê de malbatan li ser Rêya Halîtaga ya Kadikoyê zarokên xwe bi bîr anîn û bertek nîşanê polîtîkaya necezakirinê da.

Di meha 90’emîn a Qetlîama Pirsûsê malbatan li ser Rêya Halîtaga ya Kadikoyê zarokên xwe bi bîr anîn. Bibîranîn, bi tevlêbûyîna Hevserokê Giştî yê Partiya Bindestan a Sosyalîst (ESP) Şahîn Tumuklu, Hevserokê Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) Okan Danaci, Berdevka Meclîsên Jinên Sosyalîst (SKM) Çîçek Otlû û rêxistinên ciwanan, pêk hat. Pankartê wêneyên 33 qetilkiriyên qetlîamê û nivîsa “Bila dilê me ji bo edaletê lê bikeve“ li ser, hat vekirin. Di bîranînê de bêyî navber dirûşmeyên “Şehîdên Pirsûsê nemir in“ û “Edalet ji bo Pirsûsê, edalet ji bo her kesî/ê“ hatin berzkirin.

Daxuyaniya vê mehê ji aliyê endama Desteya Rêveberiya Navendî ya SGDF’ê Sînem Çelebî ve hat xwendin. Sînem Çelebî got ku ew ji bo hemû derdorên bêedaletî li wan dibe têdikoşin û îşaret bi têkoşîna bi 16 salan a ji bo Hrant Dînk kir û bal kişand ser wê yekê ku doz bi dosyeyên ên qetlîamê re heman e û wiha got: ‘“Rêxistineke ji bo kirina sûc hatiye avakirin li holê ye, qetlîam li ber çavan hatiye kirin û pêvajoya dadgehê ya ji bo necezakirina kiryaran.“

Çelebî bal kişand ser polîtîkayên bêcezahiştina kujerên Alî Îsmaîl Korkmaz ê di dema çalakiyên Geziyê de hat qetilkirin, qala Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar kir û bi bîr xist ku kujerê Kemal Kûrkût ê sala 2017’an di Newroza Amedê de ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin, hat berdan. Çelebî wiha got: “Weke ku ji biryarên ku li ser hev ji van dozan derdikevin tê fêmkirin, dadgeh ji ronîkirina dozan û cezakirina berpirsyaryaran, dûr e. Edaleta rast wê li salonên dadgehê pêk neyê, wê di wijdana gel de pêk were.”

‘BILA NÊZÎKATIYÊN KÊFÎ YÊN LI GIRTÎGEHAN BI DAWÎ BIBIN’

Çelebî diyar kir ku bê edaletî li her derê çêdibin û wiha got: “Dayika Evrîm Denîz Erol, Besra Erol tevî temenê xwe yê mezin û bi dehan nexweşiyên xwe, li girtîgehê tê girtin. Her sal bi sedan girtiyên nexweş, li girtîgehan jiyana xwe ji dest didin. Em dixwazin ku ji malbatên me yên Pirsûsê Besra Erol û girtiyên din ên nexweş, bên berdan. Li Girtîgeha Tîpa T ya Afyonkarahîsar a Efe Çatalbaş ê ji birîndarên Pirsûsê lê tê ragirtin, binpêkirina mafan zêde bûye. Efe Çatalbaş ê ji birîndarên Pirsûsê jî di nav de, 6 kesan li dijî qedexeyên pirtûk û weşanan, bi navê lêpirsîna ewlehiyê qedexekirina serdanan û li dijî cezayên disîplînê dest bi greva birçîbûnê kiriye. Birîndarê me yê Pirsûsê Efe Çatalbaş ne bi tenê ye. Xwestekên Efe Çatalbaş xwestekên me ne.”

Çelebî herî dawî xwest ku şert û mercên li girtîgehan bên sererastkirin û nêzîkatiyên kêfî bi dawî bibin.