Înfaza wî şewitandin, sirgûn kirin
Abdurrahîm Çetînkaya ê girtî, li gel ku cezayê wî yê 14 salan qediya jî înfaza wî hate şewitandin, ew sirgûnî Girtîgeya Afyonkarahîsarê kirin.
Abdurrahîm Çetînkaya ê girtî, li gel ku cezayê wî yê 14 salan qediya jî înfaza wî hate şewitandin, ew sirgûnî Girtîgeya Afyonkarahîsarê kirin.
Abdurrahîm Çetînkaya yê girtî dema li Girîgeha Tîpa L ya Nimro 3 a Şakranê Bû, li gel ku cezayê wî yê 14 salan qediya jî diyar bû ku Desteya Çavdêr a Îdarê înfaza wî şewitandiye.
Çetînkaya di nameya xwe de diyar dike li gel ku 5'ê Nîsanê înfaza wî qediyaye jî nehatiye berdan, cezayên disîplînê ku di 14 salan de danê kirine hincet.
Çetînkaya diyar kir girtîbûna wî 8 mehan hatiye zêdekirin, îtîraz kiriye lê 1'ê Tebaxê ew sirgûnî Girtîgeha Afyonkarahîsarê kiriye.
Çetînkaya ku Kanûnê wê were berdan alîkariya hiqûqî xwest.