Îmamoglû sewqî edliyeyê hat kirin

Ekrem Îmamoglû yê binçavkiriî sewqî Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê hat kirin. Di çarçoveya lêpirsînê de 30 dozger hatin wezîfedarkirin.

Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê (ÎBB) Ekrem Îmamoglû jî di nav de 91 kesên ku di çarçoveya lêpirsîna li dijî Şaredariya (ÎBB) de hatibûn binçavkirin, piştî 4 rojan sewqî Edliyeya Stenbolê hatin kirin. Ji bo îfadeya Îmamoglû û kesên pê re 30 dozger hatin wezîfedarkirin.

Li derdora Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê gelek polîs û TOMA hatin bicihkirin û avahî hate dorpêçkirin. Hemû rêyên diçin edliyeyê jî ji trafîkê re hatin girtin.