Îlhan: NY û Iraq berpirsên êrîşa li ser Mexmûrê ne

Endama Komîteya Dîplomasiyê ya Meclîsa Îştarê Leyla Arzû Îlhan got “Di êrîşa li ser Mexmûrê de Neteweyên Yekbûyî û Iraq berpirsyar in.”

Der barê êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser wargehê de endama Komîteya Dîplomasiya Meclisa Îştar Leyla Arzu Îlhan anî ziman ku, divê yekser NY û hikûmeta Iraqê li dijî êrişan helwestên xwe raber bikin.

Leyla ji ANHA’yê re axifî, bal kişand ser ambargoya li ser wargehê û got: “Ev dorpêç encama biryareke siyasî ye û bi hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re heye û bi hewldana dagirkirina Başûr ve girêdayî ye. Di pêvajoya 27 salan de her tim dewleta Tirk a dagirker birêxistinbûna civaka wargehê ji bo xwe xetere dîtiye. Der barê ambargoya li ser wargehê de çendîn caran hewldanên me yên pirskirinê çêbûn lê hikumeta herêmê bersiva’tu agahiya me li ser vê ambargoyê tune ye. Ev biryar ji jor de hatiye em jî pêk tînin` daye. Ji van gotinên wan jî derdikeve holê ku ev biryar bi destê dewleta Tirk hatiye dayîn û PDK jî vê biryarê pêk tîne.”

Leyla derbarê hedefgirtina wargehê de destnîşan kir ku parçeyekî konsepta ‘Plana Têkbirinê’ ye û got: “Çawa ku Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî hatine dagirkirin dixwazin wargeha me jî dagir bikin. Ji aliyê PDK’ê ve jî ev hewldanên dagirkirinê hatine meşrûkirin. Li gorî agahiyên ketine destê me jî PDK’ê xaka Kurdistanê firotiye dewleta Tirk ku bikarin hemû deshilatdariya xwe bidin meşandin.”

Leyla Arzû Îlhan anî ziman êriş li ber dêriyê parka Şehîd Aryen ya ku di navîna wargehê de cih digre pêk hatiye ku ji ber hewaya saetên nîvro gelek germ e tu kes li parke tine bû. Leyla got ku bi salane wargeha wan her ji aliyê dewleta Tirk vê hatiye hedefkirin û bi dehan caran rastî êrişan hatiye û got: “Divê êrişê de NY û hikûmeta Iraqê berpirsyar in. Pêwîst e NY û hikûmeta Iraqê li dijî dewleta Tirk xwedî helwest bin û xwedî li wargeha me derbikevin.”

Leyla diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker ji bêdengiya NY û hikûmeta Iraqê wêrekî girt ku êrişî wargehê kir û got: “Rewşa bêdengiyê metirsîdar e. Beriya niha jî li dijî êrişan NY û hikûmeta Iraqê helwest raber nekiribûn ku ev jî bû sedem ku êriş xwe dûbare bikin. Ev bêdengî wan dike şirîkê sûcê dewleta Tirk û PDK’ê ya ku dixwazê gelê wargehê bi qirkirinê re rû bir û bihelê.”   

Ji 23’yê Nîsanê heya niha berxwedana gerîla ya li dijî dagirkeran berdewam dike ku heya niha dewleta Tirk li dijî vê berxwedanê serkeftin bi dest nexistiye. Leyla der barê berxwedana gerilayên azadiyê de diyar kir: “Dema dewleta Tirk li hember gerîlayên azadiyê bin dikeve, yekser dest bi planên komkujiyê dike. Gefên li ser wargeha me encama binkeftina arteşa Tirk a faşîst a li çiyayên Kurdistanê ye. Wargeha me çawa ku 27 sal e li dijî hemû êriş û planan li ber xwe daye, dê îro jî têkoşîna xwe dewam bike. Bê guman bi piştgiriya gelê Kurd em ê planên faşîst ên li ser wargehê û Kurdistanê têk bibin.”