ÎHD: Li Egeyê di nava salekê de 724 caran mafên zarokan hatine binpêkirin
Komîsyona Mafên Zarokan a Şaxa Îzmîrê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) diyar kir di nava salekê de 724 caran mafên zarokan hatine binpêkirin.
Komîsyona Mafên Zarokan a Şaxa Îzmîrê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) diyar kir di nava salekê de 724 caran mafên zarokan hatine binpêkirin.
Komîsyona Mafên Zarokan a Şaxa Îzmîrê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD)rapora “Binpêkirina Mafên Zarokan a Sala 2022’yan” li avahiya xwe bi civîneke çapemeniyê eşkere kir. Binpêkirinên mafên zarokan ên li bajarên Aydin, Afyon, Balîkesîr, Mûgla, Manîsa, Ûşak, Bûrdûr, Isparta, Denîzlî, Kutahya û Îzmîrê yên Herêma Egeyê di raporê de cih digirin. Rêvebera ÎHD’a Îzmîrê Cemîle Karakaş rapor xwend.
Karakaş diyar kir ku zarok hem bi qanûnî hem jî bi awayê ehlaqî ji dayikbûna xwe ve xwedî mafên xwe ne û got: “Di salên dawî de ji ber gelek sedem û bandorên neyînî di asta herî jor de mafên zarokan hatin binpêkirin. Binpêkirina mafên zarokan gihîştiye wê asta xeternak. Tevî ku Tirkiye alîgirê Peymana Mafên Zarokan e jî lê polîtîkayên bingehîn ku zarokan biparêze nexistiye dewrê. Di sala 2022’yan de li Herêma Egeyê 724 binpêkirinên mafên zarokan qewimîn.”
Karakaş di berfirehiya raporê de cih da agahiyên li ser binpêkirinan.