ÎHD'ê li Antalyayê hevdîtin bi girtiyan re kir

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) bi girtiyan re hevdîtin kir ên ku li Girtîgeha Tîpa S a Antalyayê êşkence li wan hatibû kirin. ÎHD wê rojên bê rapora xwe eşkere bike.

Roja 8'ê Tîrmehê 20 girtî ji Girtîgeha Tîpa L a Antalyayê bi zorê sewqî Girtîgeha Tîpa S hatibûn kirin û di dema veguhastinê de êşkence li wan hatibû kirin.

Ji ber ku girtiyan qebûl nekirin ku bi rengekî tazî li ser wan bigerin, ji pişt ve destê wan hatibû girêdan û êşkence li wan hatibû kirin.

Çend ji girtiyên bi zorê hatin veguhastin wiha ne: Eshet Dalkiliç, Hasan Kater, Hasan Yakût, Serhat Tûncer, Îslam Erdogan, Mehmet Kandemîr, Mehmet Şeran, Selîm Kegî, Seyîthan Aşkan, Veysî Avar, Îlyas Alak, Feyaz Tahsûk, Ferhat Konûk, Enez Adlim, Zûhat Ozkan, Omer Denîz û Bûrhan Çelîker."

Li ser serlêdana malbatan Şaxê ÎHD'ê yê Antalyayê hevdîtin bi girtiyan re kir. Tê payin ku ÎHD rapora xwe ya li ser hevdîtinê rojên bê amade bike.