ÎHD Îzmîr: Divê girtiyê nexweş Ahmet Çakal were berdan

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan a Îzmîrê diyar kir ku tendirustiya girtiyê nexweş Ahmet Çakal gelekî giran e û got “Divê teqez were berdan.”

Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê têkildarî rewşa girtiyên nexweş daxuyanî dan. Komisyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê, bi rêya onlînê daxuyanî da û bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş, Berdevkê Komîsyona Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê Ahmet Çiçek, daxuyanî da û wiha got: "Girtiyê nexweş Mehmet Emin Ozkan tevî temenê mezin û nexweşiyên xwe nayê berdan. Di lîsteya girtiyê nexweş a îHD'ê de Ahmet Çakal jî heye. Çakal 68 salî ye û 27 sal in girtî ye. Çakal niha li Girtîgeha Tîpa T a Hêjmar 2 a Şakranê girtî ye. Nexweşiya şekir û pençeşêrê pê re heye. Dîsa nexweşiyên kezebê û prostat pê re heye. Di 25'ê Gulanê de sewqî Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Zanîngeha  Katîp Çelelî ya Îzmirê kirin. Li nexweşxaneyê teşhîsa pençeşêrê danîn." 

Çiçek, da zanîn ku Ahmet Çakal nexweşiyê wî zêde bûne û xwest nexweşiyên wî jî li ber çavan bê girtin û serbest bê berdan. Çîçek, bilêv kir ku êdî verişîn, bêhalî, bêtevgerî her ku diçe zêde dibe û dest bi pêvajoya Kemoterapiyê kiriye. 

Çiçek, bibîr xist ku Ahmet Çakal bi vê nexweşiyê li girtîgehê bimîne dê rewşa wî xerabtir û girantir bibe û xwest demek berî demekê Çakal serbest bê berdan. Çiçek, ji Ahmet Çakal re azadî xwest.