‘Êşkenceya li Kadikoyê polîtîkaya AKP-MHP’ê ya li dijî Kurdan e’

Derbarê ciwanên ku li Kadikoyê piştî li ber strana Kurdî govend gerandin bi êşkenceyê hatin destgîrkirin, civîn hat lidarxistin. Di civînê de hat destnîşankirin ku faîlê nîjadperest desthilatdariya AKP-MHP’ê ye.

Li Kadikoyê ciwanên ku li ber stranên Kurdî govend gerandin, ji aliyê polîsan ve hatin destgîrkirin. Têkildarî vê yekê Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) a Stenbolê li avahiya komeleyê civîna çapemeniyê li dar xist. Hevserokên şaxê Esra Bîlen û Gurkan Îsteklî, gelek parêzer û Serokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn tevlî civînê bûn.

‘LI QEREQOLÊ ÊŞKENCE KIRIN’

Esra Bîlen anî ziman ku polîsan ciwan birin qereqolê, li vir bi êşkenceyê Marşa Mehterê bi ciwanan dan guhdarkirin û ev tişt got: “Piştî ku me bi muwekîlan re hevdîtin kir, êşkenceya ku li wan hatî kirin, ji me re gotin. Polîsan dema êşkence kirine tiliya polis şikiyaye. Me giliyê polîsan kir.”

AKPINAR QALA ÊŞKENCEYÊ KIR

Idrîs Akpinar ku êşkence lê hat kirin, parve kir ku di saetên êvarê de çûye Kadikoyê û li vir komek polîs hatine cem û dest danîne ser hoparlora wî ya muzîkê. Anî ziman ku ciwanan îtîrazê vê yekê kir, polîsan jî ciwan derp kirin û destgîr kirin. Akpinar got ku ciwanan jî nerazîbûn nîşan dan û piştî nerazîbûnan polîsan jî gaza bîberê avêtiye wan. Akpinar diyar kir ku di wê navberê de dîmen dikişand, polîs hatine cem û ji ber ku dîmen dikişand ew destgîr kirine. Akpinar ragihand ku ji wan polîsan re ev tişt got: “Tişta hûn dikin sûc e. Divê ev sûc were dîtin.” Akpinar got ku ew bi wesayîtê birine Qereqolê, êrîş li wan hatiye kirin, li qereqolê li ser dev hatine dirêjkirin û sirûda Mehterê bi wan dane guhdarkirin.

KESKÎN: ÊŞKENCE POLÎTÎKAYA DEWLETÊ YE

Serokê Giştî yê ÎHD’ê Eren Keskîn jî diyar kir ku êşkence bi rengekî vekirî polîtîkaya dewletê ye û wiha got: “Ewlehiya ti kes ji me nîn e. Em bi siyasetê re rû bi rû ne ku dijminê hebûna Kurdan e. Dewletek heye ku dijminê parêzer, siyasetmedar û rojnamevanên Kurd e.”

DEMÎR: FAÎL DESTHILATDAR E

Serokê Dev Yapi-Îş’ê Nîhat Demîr destnîşan kir ku dewlet û desthilatdariya AKP-MHP’ê faîlê şîdet û êşkenceyê ye. Demîr ragihand ku hevalên wan ji qereqolê hatine, lê polîsan car din ew birine qereqolê û li tûwaletê êşkence li wan kirine.

Parêzera ÇHD’î Ezgî Onalan jî ragihand ku AKP hingî ku dikeve tengasiyê serî li nîjadperestiyê dide. Onalan hunermendê kolanan Cîhan Aymaz ku li Kadikoyê hat qetilkirin, bi bîr anî.

Parêzer Gurkan Îsteklî jî bilêv kir ku AKP waada êşkenceya li hemberî Kurdan dide.