Êşkence û tacîz li xizmên girtiyan hat kirin

Li Kiriklarê lêgerîna tazî û tacîz li xizmên girtiyan hate kirin.

Hate diyarkirin ku malbatên girtiyan ên di 5’ê gulana 2023’yan ji bo hevdîtina rû bi rû ya bi zarokên xwe re çûne Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 1’an a Kiriklara Îzmîrê, rastî lêgerîna tazî hatine û malbat hatine tacîzkirin. Girtiyên bi navê Îshak Deman, Salîh Golyar, Savaş Altûn, Samî Ozturk û Velat Taş bi nameya ku ji Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê re şandin, bal kişandin ser tiştên ku hatine serê malbatên wan.

Girtiyên rêya nameyê qala tiştên hatine serê malbatên xwe kirin û gotin “Li girtîgeha em lê tên ragirtin di hevdîtina rûbirû ya di 5’ê Gulanê de di bin navê lêgerînê de rastî lêgerîna tazî hatine. Ferdên malbatên me yên jin heta bin cilên wan jî ji ber wan hatine kirin û hatine tacîzkirin. Yê ku ev pêkanîn xistiye meriyetê Midurê Yekemîn ê Girtîgehê Îbrahîm Yucesoy e. Bi vê êrîşa rûmeta mirovan dişikêne tê xwestin ku her tim malbatên me bên tacîzkirin û girtîgehê veguherînin qempa komkirinê. Ji ber malbatên me yên cuda ku beriya niha hatibûn hevdîtinê jî rastî heman mûameleyê hatibûn. Li malbatên me yên li dijî vê pêkanînê derketine jî gefa qedexeya hevdîtinê li wan hatiye xwarin. Ji me girtiyên ku bertekê nîşanî van êrîşên feraseta lanetî û pêkanînan didin re jî lêpirsînên dîsîplînê tên vekirin û hewl didin bi van cezayan biqûtifînin.”

Girtiyan xwest ku li dijî êşkenceya lêgerîna tazî her kes dengê xwe derxîne.