'Êrîşkarên Pirtûkxaneya Umutê serbest in, HDP’yî girtî ne’

Parlamenterê HDP’ê Nîhat Akdogan ji bo ku leşkerên ku lîsteya mirinê hazir kirin û êrîş bi ser Pirtûkxaneya Umutê de birin hatin berdan helwest nîşan da û got, ‘’Yek ji wan mînakên zelal e bê ka AKP dixwaze welêt ber bi kû ve bibe.’’

Parlamenterê Colemêrgê yê HDP’ê Nîhat Akdogan ji ber berdena efsarên ku li Şemzînanê êrîş bi ser Pirtûkxaneya Umutê de birin li Meclîsê axivî.

Akdogan got, ‘’Di serdemeke wiha de ku lîsteya welatiyên sivî di destê leşkeriyê de bûn, leşkerên ku bombe avêtine Pirtûkxaneya Umutê duh hatin berdan. Berdena kesên ku lîsteya mirinê ya welatiyan hazir kirin yek ji mînaka zelal e bê ka hihûmeta AKP’ê dixwaze welêt ber bi kû ve bibe.’’

‘KUJER LI KUÇEYAN IN’

Parlamenterê HDP’ê wiha got:

‘’Fermandarê Bejahiyê yê wê demê derbarê wan leşkeran ku lîsteya welatiyên sivîl li ser wan hate girtin û di bagaja wan de çek hate dîtin got, ‘’ez wan nas dikim, mirovên baş in’. Îro jî daraz li wan xwedî derdikeve, ev mirov şaş nake.

Ev di doza ku têne darizandin de li gel ku 29 sal ceza xwaribûn jî îro têne berdan. Lê Selahattîn Demîrtaş û hevalên wî di girtîgehan de rehîn hatine girtin. Di destê darazê de ti delîlên berbiçav hene? Na. Lê di soza Şemzînanê de di destê daraz û desthilatdariyê de belgeyên berbiçav hene. Li gel ku delîlên berbiçav hene jî ev mirov li kuçeyan in, ên ku mirov kuştine bi me re li kuçeyan dikarin bigerin.’’