Êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk didome: Gelek gund hatin bombekirin

Dewleta Tirk a dagirker gelek gundên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bombe kir.

Dewleta Tirk a dagirker gundên Hisênî, Samûqa û Cebel Nayîf ê kantona Şehbayê û Bendava Şehbayê bombe kir.

Di heman demê de dewleta Tirk bi obusan li gundên Irşadiyê, Meranazê, Şewarxa û Malkiyê yê Şeraya Efrînê jî da. Heta niha 50 obus li gundan ketine.

Dewleta Tirk a dagirker bi obusan li gundê Bênê yê Şêrawayê jî da. Heta niha 24 obus li gund ketiye.

MÎT û çeteyên Polîsên Sivîl girtin ser gundê Kefer Zîtê ya Cindirêseya Efrînê kesê bi navê Ednan Ebdo (39) revand. Hate diyarkirin çeteyan bi dehan wesayîtên leşkerî girtine ser gund û gelek kes revandine.