Êrîşeke çekdarî li avahiya HDP'ê hate kirin
Êrîşeke çekdarî li avahiya HDP'ê ya navçeya Erdemlî ya Mersînê hate kirin.
Êrîşeke çekdarî li avahiya HDP'ê ya navçeya Erdemlî ya Mersînê hate kirin.
Ber destê vê sibehê saet di 02:00 de êrîşeke çekdarî li avahiya HDP'ê ya navçeya Erdemlî ya Mersînê hate kirin. Ji ber êrîşê xisara madî li avahiyê bû û gelek gule li pace û dîwarê avahiyê ketin.
Rêveberê HDP'ê yê Bajêr Îlhamî Yûrtsever bi bîr xist ku polîtîkayên sorkirinê yên AKP'ê dibe sedema wê yekê ku civak li ber hev rabe û alozî rû bide. Yûrtsever diyar kir ku pêkhatina vê êrîşê beriya kongreya wan a navçeyê, cihê fikaran e.
Hevserokê HDP'ê yê Navçeyê Mehmet Kadra jî got, êrîş ji bo mirovan li hemberî hev rake hatiye kirin û destnîşan kir ku êrîşên bi vî rengî wê ti carî bi ser nekevin.