Êrîş birin ser otobusa Êlihê: 3 kes birîndar bûn
Li Alanyayê, komekê êrîş bir ser otobuseke rêwiyan a fîrmaya Êlihê. Di encamê de 3 kes birîndar bûn.
Li Alanyayê, komekê êrîş bir ser otobuseke rêwiyan a fîrmaya Êlihê. Di encamê de 3 kes birîndar bûn.
Otobusa fîrma Ozlem Batman ku ji navçeya Alanya ya Antalyayê ber bi Êlihê ve bi rê ketibû, hate rawestandin û êrîş lê hate kirin.
Li gorî agahiyan, li cihekî bêhndanê, komekê otobus sekinan û êrîş bir ser. Di encamê de ajokarê otobusê, mûavîn û rêwiyek birîndar bûn. Birîndar rakirin nexweşxaneyê. Hate ragihandin ku êrîşkar jî bi wesayitan ji cihê bûyerê reviyan.
Di dîmenan de ku rêwiyan bi telefonê kişandin, tê dîtin ku ajokar û mûavîn birîndar bûne. Piştî tedawiya destpêkê ya li nexweşxaneyê, otobus ber bi Êlihê ve bi rê ket.