Çûkûrova TUHAY-DER’ê tecrîdê protesto kir

Çûkûrova TUHAY-DER’ê tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan protesto kir.

Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Çûkûrovayê (Çûkûrova TUAY-DER) têkildarî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan li ber avahiya Partiya Çepên Kesk a Mêrsînê daxuyanî da çapemeniyê. Namzetên partiya Çepên Kesk ên Mêrsînê, rêveberên HDP’ê û DBP’ê û gelek kes tev li daxuyaniyê bû. Di daxuyaniyê de pankarta “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” hat vekirin û dirûşma “Girtiyên siyasî rûmeta me ne” hat berzkirin. 

Hevserokê Çûkûrova TUHAY-DER’ê Ergun Altûntaş diyar kir ku di heyama îktidara AKP-MHP’ê de rûxandina herî giran li Girtîgeha Îmraliyê li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî pêk hatiye û got: “Şert û mercên li ser birêz Ocalan ê li Zindana Îmraliyê dimîne li ser hemû girtîgehan belav bûye. Di alfabeyê de herf neman ku girtîgeh nehatin vekirin. Pergala tecrîda li Îmraliyê li ser tevahiya civakê belav bûye. Sepanên li dijî girtiyên polîtîk li dijî hiqûqê û peymanên navnetewî ne. Girtiyên nexweş nayên berdan. Girtiyên cezayên wan qediyane nayên berdan. Bi vê yekê re malbatên girtiyan jî tên cezakirin. Girtiyên nexweş nayên dermankirin.”