Çîçek: Roj roja dîtina çareseriyê ye

Parlementerê Partiya Çepên Kesk a Stenbolê Cengîz Çîçek diyar kir ku roj ne roja ketina reşbîniyê ye, roja dîtina çareseriyê ye û got, “Dem hatiye ku em têkoşînê bigihînin zemîna heqîqî ya civakê.”

Hilbijartinek din jî derbas bû. Di pêvajoya ku ji hilbijartinê zêdetir dişibiya kampanyaya şer de, desthilatdariya ku tevî xizaniyê û zêdebûna zextan derfetên dewletê di destê xwe de girt, bi manîpulasyonên mîna vîdeoyên montajkirî, afîş û axaftinên derewîn di rêveberiya welêt de ma. Parlementerê Partiya Çepên Kesk a Stenbolê Cengîz Çîçek encamên hilbijartinê ji ANF’ê re nirxand û diyar kir ku roj ne roja ketina reşbîniyê ye, roja dîtina çareseriyê ye.

Çîçek hilbijartinên 14-28’ê Gulanê weke hilbijartineke desteserkirî nirxand û wiha got: “Muhafezekarî û netewperestî careke din serdest bû. Lê desthilatdariya AKP’ê ya 21 salan tevî pêkanînên xwe yên ku aqil qebûl nakin, helwestên bêexlaq û derewên xwe ku ji bo serketina xwe ya di hilbijartinan de da pêş, hîna jî nivê civaka razî nekiriye. Tirkiye û Kurdistan nakeve di nava qefesa bi hêsin û ew ê nekeve jî. Ji ber vê yekê rewabûna desthilatdariyeke ku razîbûna nîvê civakê negirtiye, wê her tim were lêpirsîn. Di van xakan de dîroka têkoşîna demokrasî û azadiyê ya Kurd, Elewî, sosyalst, çîna karker, jin û ciwanan ji dîroka Komarê kevntir e û bi mînakên berxwedêr tijî ne. Her çiqas ev destkeftî dem bi dem ji aliyê desthilatên paşverû ve ji destê wan hatibin girtîn jî, her tim berdewam kiriye.”

‘HILBIJARTIN DI ŞERT Û MERCÊN ADIL DE NEHATIN KIRIN’

Çîçek bi bîr xist ku li gorî daneyên fermî ji sedî 48’ê civakê ji desthilatdariya AKP’ê ya 21 salan ne razî ne û her tim bi îtîrazê xwe parastine û wiha berdewam kir: “Ji ber vê yekê ‘serketina hilbijartinê’ ya Tîfaqa Cumhûr bêyî piştgiriya civakî ye. Her wiha eger di nava 24 saetan de li siyaseta Rojhilata Navîn û vî welatî de guhertinên mezin rû bidin, pêvajoya pêşiya me wê ji bo AKP’ê bi rihetî derbas nebe. “

Çîçek, bi bîr xist ku ev hilbijartin di şert û mercên adil û wekhev de nehatine kirin û anî ziman ku pêşiya hilbijartinên fikara dizîna dengan bi tenê nîşan dike ku ev hilbijartin ne adil û wekhev in û wiha pê de çû: “Eger partiya desthilatdar hemû derfetên dewletê ji bo propagandaya hilbijartinê veqetîne, derfetên aborî yên dewletê ji bo gendeliyê belav bike, xebatên mûxalefetê asteng bike, di her hilbijartinê de qanûnên hilbijartinê li gorî berjewendiyên xwe biguherîne, Saziya Bilind a Hilbijartinê bixe bin kontola xwe, ev tê wateya ku ji hemû hevrîkên xwe 100 metre pêşî dest bi pêşbirka hilbijartinê dibe. “

Çîçek anî ziman ku wezîrên AKP’ê hem bûne namzet, hem karê wezîrtiyê domandine û hem jî di xebatên  hilbijartinê de hemû derfetên wezaretê seferber kirine û diyar kir kir ku ev yek sûc e, qedexe ye. Çîçek bi berdewamî got: “Bêriya her hilbijartinê rêveber û endamên HDP’ê yên navçe û bajaran têm destgîrkirin û girtin. Ji ber vê yekê hilbijartin bi tenê di welatekî de nabe pîvana demokrasiyê.”

Çîçek, di berdewamiya nirxandina xwe de bal kişand ser vê yekê ku tifaqa desthilatê ya bi HUDA PAR’ê re û gotinên wê yên tund ên li dijî HDP’ê, di pêşerojê de îşareta polîtîkayeke çawan dike û anî ziman ku desthilat armanc dike HDP û destkeftiyên Kurdan tune bike û bi şirîkatiya HUDA PAR û hêzên bi vî rengî re li herêmê civakek Kurd a li ser xeta olperestiya dewletparêz ava bike.”

‘ROJ ROJA DÎTINA ÇARESERIYÊ’

Çîçek got ku roj ne roja ketina reşbîniyê ye, roja çareserî dîtinê ye û got: “Rêya polîtîkayê me rêya gelê me ye. Heke gel bêyî polîtîka were hiştin tê wateya ku gel bêyî nan tê hiştin. Dem hatiye ku em têkoşînê bigihînin zemîna heqîqî ya civakê.”