Çîçek: Mijara Kurd ji bo nixumandina têkiliyên qirêj hate bikaranîn

Endamê LRN’ê ya HDP’ê Cengîz Çîçek anî ziman ku dewletê mijara Kurd ji bo nixumandina têkiliyên xwe yên qirêj bi kar anî û diyar kir ku bi têkoşîna siyasî ya hevpar dikare demokrasî pêk were.

Endamê Lijneya Rêveberiya Navendî (LRN) a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Parêzer Cengîz Çîçek têkildarî desthilata AKP-MHP’ê, êrîşên daraza Tirk a li ser siyaseta Kurd ji ANF’ê re nirxand.

Çîçek anî ziman ku siyaseta Kurd, têkoşîneke demokratîk a şoreşgerî ye û diyar kir ku têkiliya darazê ketiye rewşeke welê xwe dubare dike.

Çîçek bal kişand ser êrîşên li ser Kurdan ên ji darvekirina Şêx Seîd û hevrêyên wî û heta roja îro ku niha girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan ê 83 salî ku li girtîgehê ye, dewam dike.

Çîçek tesbîta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo têkiliya dewlet-mafya bikar anî ya ‘şerê qirêj’ bibîr xist û got, “Meseleya Kurd ji bo nixumandina têkiliyên xwe yên qirêj bikar anî.”

Parêzer Çîçek têkildarî îdîaya Wezîrê Karê Hundir ê Tirk Suleyman Soylû ya kuştinên kiryar nediyar û êşkenceya sîstematîk di vê demê de nemaye got, “Tenê rêbaz hatine guhertin, hedef nehatiye guhertin.” Mablata Şenyaşar û yên ji helîkopterê avêtin mînak nîşan da.

‘EM Ê WAN DAREZÎNIN’

Prz. Çîçek têkildarî doza Kobanê ya desthilata AKP-MHP’ê ya li dijî HDP’ê jî ev nirxandin kir: “Doza Kobanê di rastiyê de dixwaze gelê Kurd a rê neda êrîşên qirker ên DAÎŞ’ê û di şexsê Kurdan de dixwaze hemû çand û nasnameyên li ber xwe didin, bi destê dadgehê ceza bikin. Gelo qirkirin rast e, lê li beramberî vê berxwedayîn şaş e û sûc e! Doza Kobanê dozeke ku di navbera yên destekê didin siyaseta qirkirin û yên destekê didin siyaseta mirovahiyê ye. Yên jiyanê diparêzin çawa ku duh wê îro jî ew bidarezîne. Me di hemû daxuyaniyê xwe de gotin; ‘em ê wan darizînin!’ venêrîn û zanîna me ya têkoşîna dîrokî bû. Ji bo wê encama dozê çi dibe bila bibe, yên didarezîne em û dîrok be.”

‘NEÇARESERIYA PIRSA KURD, NIXUMANDINA HEMÛ QIRÊJIYAN E’

Çîçek li ser pirsa Kurd jî nirxadin kir û wiha domand: “Di rewşa heyî de neçareseriya pirsa Kurd, girêdanbûna aborî û siyasî ya sîstema navneteweyî ya Tirkiye kûr nekir. Yanî mijara Kurd a çareseriyeke demokratîk ji bo wê nehatî peydakirin, dewleta bûyî mafya û mafya bûyî dewlet bûye amûra nixumandina hemû têkiliyên qirêj. Neçareseriya pirsa Kurd, tê wateya ku rayedarên dewletê di nava rant, dewlemendî û xweşiyê de bijî. Çareseriya demokratîk jî tê wateya demokrasî, azadî, edalet û aramiya gelên Tirkiyeyê. Divê em vî aqil û ferasta çareseriyê bi hev re bidin nîşandan.

ÊŞKENCE BI RÊBAZÊN CUDA DIDOME

Cengîz Çîçek têkildarî îdîayên Soylû yên dema kuştinên kiryarên wan nediyar û êşkenceya sîtematîk jî wiha pêde çû: “Kuştinên kiryarên wan nediyar ên salên 90’î îro cihê xwe ji qetilkirina malbata Şanyaşar re girtiye, dîsa welatiyên ku ji helîkopterê hatine avêtin re girtiye. Dîsa girtiyê giran nexweş Mehmet Emîn Ozkan ê 83 salî ku zêdetirî 30 sal in girtîye nikare bi rê ve biçe û bi kelepçekirî darê zorê tê rakirina nexweşxaneyê. Gelo ev êşkence ne sîstematîk e û dîsa binpêkirina mafê mirovan e? Mirov dikare gelek mînakan bide. Tenê ev mînak jî dide nîşandan nîzam nehatiye guherîn û nîzamek nehatî guherîn û hevkariya sûc a kolektîf diyar dike.”

‘JI BO ÇARESERIYÊ PÊWÎSTÎ BI VÎNEKE HÊ XURTIR HEYE’

Li ser mijara rêyeke çareseriyê jî Parêzer Cengîz Çîçek ev got: “Mijara gelê Kurd ne tenê mijareke bi gelê Kurd re yan jî bi nêzîkbûna terz, staktîk û stratejiya têkoşîna Kurd re sînordarkirin, me mijareke ku li ser nîqaş bê kirine. Divê şerê bi Kurdan re dîsa bi polîtîkayên nîjatperestî ya girêdayî wê bê ka çawa çanda civakan ji hev cuda kiriye bêdîtin, têkoşîn li dijî vê bê kirin. Ji bo nîşandan hejariyê ya ji ber aboriya şer, sermayeya ji bo her cûre lojîtîka şer tê amadekirin bi civakê bê îzahkirin, pêwîstî bi vîneke hê xurtir heye.”