Li Êlihê ku di salên 1990'î de Hîzbûllah li ser bingeha stratejiya şerê taybet lê hate bikaranîn, gelek mirov hatin qetilkirin û weke kuştinên kiryar nediyar hate pêşkêşkirin. Bav Îbrahîm Çelîk û kurê wî Edîp Çelîk ji wan kesan bû ku hingî hatin windakirin û hîn jî agahî ji wan nayê girtin. Feryal Çelîk ji bo aqûbeta bavê xwe Îbrahîm Çelîk û birayê xwe Edîp Çelîk bê eşkerekirin û berpirsyar bêne darizandin bi salan e têdikoşe. Feryal Çelîk ji ANF'ê re axivî.
29 SAL IN DI ŞÎNÊ DE YE
10'ê Tîrmeha 1994'an li hişê Feryal Çelîk bi cih bû. Wê demê bav û birayê wê bi bahaneya nîşandana adresê hatin birin. Çelîk jî şahidî ji vê yekê re kir. Ji wê rojê ve di şînê de ye. Çelîk ku Dayika Şemiyê ye 29 sal in qala her detaya wê şevê dike.
Çelîk ku wê demê tevî malbata xwe li gundikê Sogûksû yê Êlihê dima, anî ziman ku bavê wê Îbrahîm Çelîk karê çandiniyê dikir, birayê wê jî li Antalyayê karê înşaetê dikir. Çelîk diyar kir ku wê demê dewletê zext li gundê wan dikir û got, "Birayê min Edîp ji Antalyayê vegeriyabû gund. Şeva 10'ê Tîrmeha 1994'an bû. Em li malê bûn. Li derî xistin, dema ku min vekir hingî 4-5 kesên rûyê wan bi maske girtî li pêşberî min bûn. Li mala gundiyekî me pirsîn, ji bavê min xwestin ku wan bibin wê adresê. Dayika min gelek caran ji bavê min re got ku bila neçe. Bavê min jî got wê adresê nîşan bide û bê. Birayê min li gel apê min bû. Dema hat li bavê min pirsî. Dayika min jî jê re got ku kesên bi maske hatiye, ji bo adresê nîşanî wan bide bavê min biriye. Hingî ew jî ji şûna xwe rabû û yekser çû. Tevî ku dayika min israr kir, wî jî da dû wan. Herî dawî gotibû 'Ez dest ji bavê xwe bernadim'. Û çû. Ji hingî ve ne ji bavê min ne jî ji birayê min me ti agahî negirt."
ÎNFAZA BI WERÎSAN
Çelîk ragihan ku heman şevê ji gundên derdorê jî gelek mirov hatin birin, piştî bi rojekê ew çûn emniyet û jendermeyan û got, "Bi gotina 'Hûn çima hatin vê derê û li windahiyên xwe dipirsin, biçin ji cihekî din bipirsin' nehekê xwe bi me kirin."
Çelîk anî ziman ku piştî vê bûyerê zexta Hîzbûllahê ya li ser gundê wan zêde bû û got, "Hîzbûllah li gund digeriya. Notên bi nivîsa 'Ev kes wê bimire' li ber deriyê malan dihiştin. Piştî ji kar hat bi çekê êrîş li gundiyekî me hatibû kirin. Bi gefan kirin ku koç bike. Xizmê me Sabrî Şeker hewl dida ku pêşî li koçkirina mirovan bigire, lê ew jî revandin û înfaz kirin. Mala ku kesên bi maske wê şevê ji bavê min pirsîn mala kekê Sabrî Şeker bû. Cenazeyê Şeker çend roj piştî revandinê hate dîtin. Bi werîs hatibû girêdan, kîs xistibûn serê wî û ew înfaz kiribûn."
'SERLÊDAN BÊ ENCAM MAN'
Çelîk diyar kir ku dayika wê hingî nexweşa gurçikê bû, serî li gelek deveran dan lê belê bêbersiv man û wiha dewam kir, "Têkildarî bûyerê me li dozgeriyê giliyê endamên Hîzbûllahê Talat Ruzgar, Azîz Onluk, Îlhan Onluk, Resûl Guneş û Çetîn Dûrsûn kir. Lê belê serlêdan bê encam man. Me careke din ji Îbrahîm û Edîp Çelîk nekarîn agahiyê werbigirin."
'EDALET LI VÎ WELATÎ NÎNE'
Çelîk ku piştî koçî Stenbolê kir tevlî nobeda edaletê ya Dayikên Şemiyê bû, 29 sal in li hestiyên bav û birayê xwe digere. Çelîk bi bîr xist ku Qada Galatasarayê niha li wan hatiye qedexekirin, lê belê dûvika Hîzbûllahê HUDA PAR tevlî meclîsê hatiye kirin û got, "Hem cenazeyên me nadin me hem jî Qada Galatasarayê li me qedexe kirin ku li vê derê em li windahiyên xwe dipirsin. Xelat dan wan û ew xistin meclîsê. Tiştekî bi navê rûmeta mirovan nîne. Hûn destgîr dikin û wan jî dibin meclîsê. Tevî ku em mafdar in, zordariyê li me dikin. Lê wan dixin meclîsê. Li vî welatî edalet nîne."