DÎSK Basin-Îş: Ji rojnameger û nûçeyan re azadî!
Serokê DÎSK Basin-Îşê diyar kir ku zext û dozên li ser rojnamevanan zêde dibin û got: “Rojnamevan tên girtin di girtîgehan de jî li çêkirina nûçeyan dewam dikin.”
Serokê DÎSK Basin-Îşê diyar kir ku zext û dozên li ser rojnamevanan zêde dibin û got: “Rojnamevan tên girtin di girtîgehan de jî li çêkirina nûçeyan dewam dikin.”
Sendîkaya Xebatkarên Çapemenî Weşangerî û Çapxaneyan a Şoreşger a Tirkiyeyê ku girêdayê Konfederasyona Sendîkayên Şoreşger e (DÎSK Basin-Îş), li ser Roja Rojnamevanên Dixebitin li Qada Îskele ya Kadikoyê daxuyanî da çapemeniyê. Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Zuleyha Gulum, Serokê Giştî yê DÎSK-Çapemenî-Kar’ê Farûk Eren, Platforma Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê (MGKP), Cemiyeta Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) û gelek rojnamevan tev li daxuyaniyê bûn.
Di daxuyaniyê de dirûşmeya ”Çapemeniya azad, welatê azad” hat berzkirin û pankartê wêneyên 26 rojnamevan girtî û nivîsa ”Azadî ji bo rojnamevan û nûçeyê, azadî ji bo kedê” nivîsandî di çalakiyê de hatin hildan.
Serokê Giştî yê DÎSK-Çapemenî-Kar’ê Farûk Eren got ku êrîşên desthilatdariyê û darazê yên li ser rojnamevanan zêde bûn û îşaret pê kir ku di lêkolînan de her sal saziyên cur bi cur dikin Tirkiye di warê azadiya çapemenî û xwederbirînê de li bûye welatekê ji welatên herî bipaşketî.
Eren bi bîr xist ku bi mehan e hêj îdianameyên rojnamevanan nehatine temamkirin û wiha axivî: “Rojnamevan bi çi tên sûcdarkirin nizanin. Di operasyonê de ku li Amedê hat kirin, makîneya wêneyan, kompîtur, alavên xebatê yên rojnamevanan wek alavên kirina sûc hatin servîskirin. Kes nizane ku çend doz li rojnamevanan hatine kirin. Ew qas dozan vedikin ku rêxistinên maf ku bi profesyonelî bi vî karî re mijûl in jî pê re nagihîjin. Doz ne bi tenê ji ber nûçeyan tên kirin. Parvekirinên li ser medyaya dîjîtal dikin hincet û dozan vedikin. Sala çûyî dozên li rojnamevanan hatin vekirin û cezayên hatin bi awayekê berbiçav zêde bûn.”
Eren daxwaza berdana rojnamevanan kir û got: “Divê dawî li şideta li ser hevpîşeyên me bê anîn. Bila yasayên li ber çapemenî û azadiya xwederbirînê astengî ne ya bên guhertin ya jî bên rakirin. Li şûna RTUK, BÎK û Serokatiya Ragihandinê sazî û desteyên xweser ku nûnerên rêxistinên pîşeyî di nav de bin bên avakirin.”
Huseyîn Kalkan ku li ser navê DFG’ê axivî, got: ”Nêzîkê 80 rojnamevan ji ber nûçeyên çêkirine girtî ne. Bila hemû rojnamevan demildest bên berdan.”
Parlamentera HDP’ê Zuleyha Gulum jî destnîşan kir ku çapemeniya azad tevî hewildana veşartina ser rastiyê, li ber xwe dide û nûçeyan radigîne û got: ”Bi saya wan haya me ji nelirêtî, dizî, îstismarkirina zarokan, kuştina jinan û qetla xwezayê û qetlîamên bi ser Kurdan çêdibe. Em ê serdemekê bidin destpêkirin ku gel û çapemenî azad bin.”