Çalakiyên Kurdistaniyan ên ji bo Efrînê dewam dikin
Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn, ji bo şermezarkirina bomberdûmana artêşa Tirk a li ser navenda Efrînê ku gelek sivîl kuşt, daketin qadan.
Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn, ji bo şermezarkirina bomberdûmana artêşa Tirk a li ser navenda Efrînê ku gelek sivîl kuşt, daketin qadan.
Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn, ji bo şermezarkirina bomberdûmana artêşa Tirk a li ser navenda Efrînê ku gelek sivîl kuşt, daketin qadan.
DARMSTADT: Li bajarê Darmstadt ê Elmanyayê bi sedan Kurdistanî li Luisenplatzê li hev civiyan û ji bo şermezarkirina operasyona dagirkeriyê ya artêşa Tirk meşiyan. Kurdistaniyan bang li raya giştî ya navneteweyî kirin ji bo pêşî li komkujiyên li Efrînê were girtin.
BERLIN: Li ber Sefaretxaneya Bilind a Tirk a li paytexta Elmanya Berlînê mîtîngek hate lidarxistin. Di mîtîngê de hate gotin, "Parastina Efrînê parastina jiyanê ye" û hate destnîşankirin ku mêtingeriya Tirk a ku bûye belayê serê gelên Rojhilata Navîn wê bi berxwedana Efrînê ji holê rabe.
MANNHEIM: Li bajarê Mannheim ê Elmanyayê bi banga Platforma Êdî Bes e, zêdeyî hezar kes li ber Worms HBF li hev civiyan û li dijî dagirkeriya dewleta Tirk meşiyan. Li gel astengî û provokasyona polîsên Elman jî Kurdistanî heta navenda bajê rmeşiyan û mîtîngek pêk anîn.
OSNABRUCK: Li bajarê Osnabruck ê Elmanyayê, dagirkirina Efrînê bi meşekê hate şermezarkirin. Kurdistanî tevî komên antî faşîst li Hagetor li hev civiyan û êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê şermezar kirin.
SAARBUCKEN: Li bahnhofa bajarê Saarbrucken ê Elmanyayê çalakiya bê îteatiya sivîl hate kirin.
STUTTGART: Kurdistaniyên li bajarê Stuttgart ê Elmanyayê dijîn li ber gara trenê li hev civiyan û çalakiya protestoyî pêk anîn.
DEN HAAG: Li bajarê Den Haag ê Hollandayê bi pêşengiya Ciwanên Azad meşek hate lidarxistin. Di meşê de pankarta bi nivîsa "Pêşî li dagirkeriya dewleta Tirk a li Efrînê bigirin" hate vekirin. Ciwanên ku rê li trafîkê girtin, piştî ku daxuyanî dan dawî li çalakiya xwe anîn.
BRUKSEL: Li paytexta Belçîka Brukselê, Kurdistanî li ber Konsolosxaneyên Tirkiyeyê û DYA li hev ciivyan û komkujiyên ku dewleta Tirk dike şermezar kirin.
MILANO: Li bajarê Milano yê Îtalyayê, bi banga Komîteya Kurd a Milano Kurdistanî tevî saziyên şoreşger, sosyalîst û anarşîst li hev civiyan û li dijî dagirkeriya dewleta Tirk meşiyan.
PARIS: Kurdistanî û dostên wan ên li paytexta Fransa Parisê dijîn, komkujiyên ku dewleta Tirk li Efrînê dike, bi çalakiyeke li ber avahiya Parlamenta Fransayê protesto kirin.