Çalakiya rûniştinê ya ‘Bila CPT biçe Îmraliyê’ di roja 10’emîn de ye
Çalakiya rûniştinê ya ku ji bo CPT rewşa Ocalan eşkere bike, di roja 10’emîn de didome.
Çalakiya rûniştinê ya ku ji bo CPT rewşa Ocalan eşkere bike, di roja 10’emîn de didome.
Fikarên têkildarî tenduristî û ewlehiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan zêde dibe û saziya rayedar CPT ji berpirsyariya xwe direve.
Çalakiya rûniştinê ya ku ji bo CPT biçe serdana Ocalan li Strasbûrgê li ber avahiya wê bi tevlêbûna sedan kesan didome.
ENDAMÊN FEDAYÊ Û NCKDÊ BEŞDAR BÛN
Îro ji bajarên cihê yên Ewrûpayê gelek Kurdistanî beşdar bûn. Ji xeynî jinan endamên Ciwanên Azad jî tevlê bûn.
Çalakvan 4 rojên dawîn li pêşiya Parlementoya Ewrûpayê ne û ji îro û pê ve wê di navbera avahiyên Konseya Ewrûpayê û ya CPT’ê de çalakiya xwe bidomînin. Li vê qadê ji 25’ê Hezîrana 2012’an û vir ve çalakiya Nobeta Azadiyê ya ji bo Ocalan jî tê lidarxistin.
SLOGANÊN ‘BILA CPT BIÇE ÎMRALIYÊ’ TÊ QÎRÎN
Kurdistanî sloganên li ser azadiya Ocalan diqîrin û posterên Ocalan hildidin. Çalakvan alayên KCK, YPG, YPJ, TJK-E’yê jî hildidin.
ÇALAKIYA JI BO ROJA KOBANÊ YA CÎHANÊ
Dema ku çalakiya rûniştinê didomiya, li ser navê Komîteya Amadekar hatibû gotin ku bi wesîleya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê wê çalakî were lidarxistin.
GELEK SAZÎ Û PÊKHATE TEVLÊ BÛNE
Bi dehan sazî û pêkhate piştgiriyê didin çalakiya rûniştinê. Her roj ji bajarekî cihê yê Elmanyayê jin û ciwan tevlê çalakiyê dibin.
Duh endamên PYD’ê û îro jî nûnerên sazî û dezgehên çepgir ên li Tirkiyeyê bi awayekî girseyî piştgirî dan çalakiyê.
Saziyên ku tevlê bûne ev in:
KONGRA-Gel, Kongreya Civaka Demokratîk a Kurd ya Ewropa (KCDK-E), Tevgera Jinên Kurd ên Ewropa (TJK-E) Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ya Elmanya (NAV-DEM), Navenda Civaka Kurd a Fransa (CDK-E) NAV-BEL, DEM-NED, Meclîsa Êzidî ya Şengalê, Saziya Malbatên Şehîdan (KOMAW), Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK), NAV-YEK, Platforma Kurden Anatoliya Navin (PKAN-E), TEV-ÇAND, Kongreya Netewiya Kurdistan (KNK), Tevgera Goran, Yekîtiya Nîştîmanî Kurdistan (YNK), Partiya Yekîtiya Demorkatîk (PYD), PJAK, Partiya Demokarîk a Gelan (HDP), Partiya Komunîst a Kurdistanê, Partiya Demokrat a Kurdên Sûriyeyê (PDK-S), Partiya Îslamiya Kurdistan (PÎK), Partiya Avakirina Jinûve ya Sosyalîst (SYKP), Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), Konfederasyona Koçberên Bindest ên Ewropa (AvEG-KON), Platforma Şoreşgerên DeryaSpiyê, Federasyona Karkerên Tirkiyeyê li Ewropa, Federasyona Komelya Karkeran a Demokratîk (DÎDF), Konfederasyona Gelên Demokratîk ên Ewropa (ADHK), Kongera Gel a Mezopotamya (MHK), Cîhana tê de bê jiyîn (Yaşanacak Dünya), NOR-Zartonk, Federasyona Yekîtiya Dersim a Demokratîk ya Ewropa (ADEF), Partiya Keskan û Çepgirên Pêşerojê, Partiya Şoreşger, Navenda Çanga Koçgirî ya Ewropa, Hewldanên Mereş a Ewropa, Înisyatîfa Gel a Kurecîk a Ewropa, Meclîsa Jinên Êzidî.