Çalakiya Nobeda Edaletê di roja 810’an de didome

Çalakiya Nobeda Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 810’an de didome.

Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar û lawê wê Ferît Şenyaşar (Malbata Şenyaşar) ku di 9’ê Adara 2021’an de li ber Edliyeya Rihayê dabûn destpêkirin, di roja 810’emîn de didome. Ji ber dawiya hefteyê ye û edliye girtî ye, malbat li mala xwe ya li Pirsûsê nobedê didomîne. 

Malbatê li ser hesabê xwe yê twitterê ev peyam belav kir: “Divê kabîneya nû ji edaletê lêborîn bixwaze û dest bi kar bike. Bi hezaran mirov bi awayên bêsûc girtî ne. Dikarin van mirovan bidin berdan da ku rêya xwe xwe berdewam bikin. Ji bo ev dewlet bibe dewleta hiqûqê wê bibe gavek mezin. Di roja 810’emîn de #jiboedaletêtêkoşîn dewam dike."