9 sal û 9 meh cezayê girtîgehê li belavkarê Firatê birîn

9 sal û 9 meh cezayê girtîgehê li belavkarê Firatê birîn

Xebatkarê belavkariya Şîrketa Firatê Veysî Arancak ku piştî xwest parastinê Kurdî bike, parastina wî hate redkirin piştî 2 salan girtî ma, heyeta dadgehê bi îdîaya "cama maşîneya zirxî ya polîsan şikandiye” 9 sal û 9 meh ceza birî.

Xebatkarê Şîrketa Belavkariya Firatê û belavkarê rojnameyên Azadiya Welat û Ozgur Gundemê Veysi Arancak piştî 2 salan girtî ma, 9 sal û 9 meh û 15 roj cezayê girtîgehê jê re birîn. Arancak ku li navçeya Bahçelievlerê ya Stenbolê belavkariya rojnameyê dikir, di 20'ê Sibata 2011'an de bi hinceta li taxa Karayollari tevlî meşê bûye û cama maşîneya zirxî ya polîsan şikandiye hate binçavkirin û girtin.

Arancak ku 2 salan li Girtîgeha Tîpa F ya Hêjmar 2 ya Kandirayê ma, li 9'emîn Dadgeha Cezayên Giran ya Stenbolê hate darizandin. Heyeta dadgehê piştî 2 salan biryar da û bêyî ku Arancak parastinê bike ceza kir. Arancak herî dawî di 20'ê Îlonê de di rûniştina 5'mîn de bi îdîayên "Li gel ne endamê rêxistinê ye, li ser navê rêxistinê sûc kiriye" û "cama maşînaya zirxî ya polîsan şikaniye" rastî 9 sal û 9 meh û 15 roj cezayê girtîgehê hat.

Arancak serpêhatiyên xwe ji Xwediyê Îmtîyazê yê Kovara Demokratîk Modernîte Omer Çîftçî re anî ziman û diyar kir ku, piştî 4'ê Nîsana 2010 ku xebatkarê Firatê Metin Alataş jiyana xwe ji dest da û şûnde dest bi belavkariyê kir. Arancak anî ziman ku, ji ber belavkarî dikir her tim rastî gefa polîsan dihat û herî dawî hate girtin. Arancak da zanîn ku, polîsan bi gefa "Tu çima rojnameya teroran belav dike" ew çavtirsandî kirin û pişt re jî girtin. Arancak anî ziman ku, pûşiya li ser wî jî wekî delîla sûc hatiye dîtin û heyeta dadgehê destûr neda wî ku bi kurdî parastina xwe bike.